• Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee ê ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da tecrîda li ser Ocalan weke ‘destwerdana mafê parastinê’ bi nav kir, diyar kir nêzîkatiya li Ocalan beriya her tiştî siyasî ye, ji ber ku Ocalan rastiya gelê Kurd pêk tîne û xwest ku cezayê miebetê ji nav qanûnan were derxistin û li gorî ‘Mafê Hêviyê’ guhartin bêne kirin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Mîran Kakaee ku yek ji îmzevanê nameyê ye ku ji Wezareta Dadê ya Tirk re hatiye şandin, bang li Tirkiyeyê kir ku erkên xwe yên hiqûqî yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de bi cih bîne.

Peymanên navnetewî bi cih bînin
Kakaee anî zimên ku wan di nameyê de ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê daxwazên xwe diyar kirine, rapora CPT’yê ya têkilî serdana Îmraliyê ya sala 2019’an ku 5’ê Tebaxa 2020’an hatî aşkerekirin bi bîr xist, diyar kir qedexekirina têkilîdanîna bi derve ya ya Ocalan û 3 girtiyen din nayê qebûllkirin û ev weke cezayê girtîgehê yê pêwendîdanînê pênase kir û komîteyê bang li Tirkiyê kir ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re û girtiyên din re hiqûqa navxwe û navnetewî bi cih bîne. Kakaee got,’’Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û dawî li binpêkirinên mafên mirovan ên li Îmraliyê bîne."

Destwerdana li mafê parastinê ye
Bi domarî Kakaee astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re ya Ocalan û girtiyên din weke ‘destwerdana li mafê parastinê’ bi nav kir û wiha domand: "Ez bi nêrînên CPT û Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên  der barê încommunîcado ya li Îmraliyê re me. Ev rewş binpêkirina eşkere ya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ev rewş ji aliyê pisporên hiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî ve tê parvekirin. Ev nêrîn ku ji aliyê pisporên hiqûqî û rêxistinên navneteweyî ve tê parvekirin û piştrastkirin. Pîvanên Nelson Mandela ên Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyazên CPT'yê û Qanûna înfazê ya Tirkiyeyê (Qanûna Hejmar 5275) bi awayekî eşkere tê binpêkirin."

Bila KE bi rola xwe rabe
 Kakaee da zanîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di rakirina tecrîdê de rola xwe nalîze, xwest ku Tirkiye li gorî biryarên DMME’yê tevbigere û got,’’Divê Komîte ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî giştî tevbigere û ji bo çareseriya aştiyane û siyasî bixebite.’’

Nêzîkatiya li Ocalan siyasî ye
 Di nirxandina xwe de Kakaee cezayê miebetê ya girankirî weke ‘hovane û nemirovî’ bi nav kir û xwest ku Tirkiyê vî cezayî ji nav qanûna derxîne. 
Kakaee detsnîşan kir nêzîkatiya li Ocalan ne tenê meseleyeke hiqûqî ye, beriya her tiştî siyasî ye û got,’’Em bi awayekî zelal dibînin ku di navbera nêzîkatiya dewleta Tirk a li pirsgirêka Kurd û helwesta wê ya li hemberî Ocalan û girtiyên din de têkiliyeke xurt heye."

Ocalan rastiya gelê Kurd pêk tîne
Kakaee bal kişand ku Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de rêberê gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye. Ji ber vê yekê nasname û rewşa civakî ya Ocalan, rastiya gelê Kurd jî pêk tîne.

Wê azadî bi ser bikeve
Kakaee got: "Em ê nameya ku ji wezaretê re hatiye şandin bişopînin. Em ê rewşê û daxwazên xwe bişopînin. Em ê tim li ser binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk bisekinin. Armanc û dirûşmeya ku Ocalan di sala 2005'an de di parastina xwe ya berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir de, heman tişt e. Wê 'Azadî wê bi ser bikeve.'" 
ESRA SOLÎN DAL
MA/STENBOL