Berpirsa Lijneya Karûbarên Komelayetî û Mafê Mirovan a li Parlamena Hewlêrê, Bedriye Îsmaîl revandina ciwanan bi destê leşkerên dewleta Tirk, weke binpêkirina destûrî û mafê mirovan bi nav dike. Bedriye Îsmaîl bang li Hikûmeta Herêmê kir da ku derbarê mijarê de bêdeng nemîne.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’ê de du ciwanên ji Bradostê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên ji gundê Dayla yê ser bi Sîdekana ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk ew ciwan ji nav xaka Başûr revandin û ew birin Tirkiyeyê. Ji wê rojê ve bi aqûbeta ciwanan nayê zanîn.
Berpirsa Lijneya Karûbarê Komelayetî û Mafê Mirovan a li Parlamena Hewlêrê Bedriye Îsmaîl derbarê ciwanan j de got, her du ciwan xelkê Herêma Kurdistanê ne û bi karê xwe yê malê re mijûl in. Bedriye di dewamê de got, “Li gorî bavê ciwanekî ji wan dibêje, yek ji wan ciwanan 2 rojan beriya girtinê, zewiciye. Em weke Lijneya Mafê Mirovan, vê weke binpêkirina mafê mirovan û destûrê dibînin.”
Bedriye Îsmaîl xwest Hikûmeta Herêmê û Iraq di hemû bûyerên bi vî awayî de dengê xwe derbixin, ji ber ku berpirsyaritiya wan li hemberî welatiyan heye.
Bedriye Îsmaîl di dawiyê de jî behsa helwêsta parlamena Hewlêrê kir û got, “Niha gilî gihiştiye ber destê me, em ê lêkolînê bikin.”
ROJNEWS/HEWLÊR