Jinên Qamişloyî: Em ê têlên sînor rakin
Çarşem 21 Çile 2026 - 16:15

- Jinên ji bajarê Qamişloyê ku tevlî seferberiya giştî dibin, diyar kirin ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam e û gotin “Em ê bi diranên xwe têlên sînor rakin.”
Li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, seferberiya giştî ragihand. Jinên ji bajarê Qamişloyê, bi rihê şerê gelê şoreşgerî tevlîbûna xwe ji seferberiya giştî re nîşan dan. Jinên Qamişloyî li ber deriyê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de rawestiyan û carek din biryardariya xwe ya bilindkirina berxwedanê diyar kirin.
Jinên ji bajarê Qamişloyê, anîn ziman ku ji bo ku parastina rûmeta xwe tevlî seferberiyê bûne.
Şeha Xelîl diyar kir ku berxwedana gelê Kurd, rêxistinên terorî şikandiye û wiha got: “Em ê xwedî li ax, çand û şehîdên xwe derkevin û em ê biparêzin. Dema ku komplo li ser Rêber Apo hat kirin, ji wê demê ve li ser felsefe û projeya me jî komployek navnetewî hat çêkirin. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a 14 salan, di Rojavayê Kurdistanê de rêxistinên terorî şikandin. Carek din me xwest Sûriyeyek wekhev ku hemû pêkhate bi hev re bijîn, em ava bikin.”
Behiya Mûrad destnîşan kir ku ew wekî jin tevlî seferberiya giştî dibin û wiha domand: “Hemû biryarên ku Rêveberiya Demkî derxistine, em qebûl nakin û şermezar dikin. Cîhan bi tevahî behsa kar, xebat, têkoşîn û berxwedana Kurdan dike. Her çar perçeyên Kurdistanê amade ne ku tevlî Rojava bibin. Em wekî jin li kolanan e û ji her tiştî re amade ne. Em heta dawî piştgirtiya şervanên xwe dikin. Seferberiya giştî ya ku hat ragihandin, em jî wekî jin tevlî vê seferberiyê dibin. Banga me ku hemû jin xwe birêxistin bikin û piştgirtiya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Kurdistana mezin wê were avakirin.”
NÛJINHA/QAMIŞLO/NEXEM ÇAÇAN







