Jinên Êzdî bi fikra Ocalan geş bûn

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 16:00

  • Bi tevlêbûna 60 siyasetmedarî yên Êzîdî, Ereb û Tirkmen li Şengalê bi sernavê ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’  komxebatek hate lidarxistin û di komxebatê de û li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê krîz û çareseriya herêmê de niqaş hate kirin.

RONAHÎ ZERDEŞT

Têkildarî armanc û girîngiya komxebatê jinên ku tevlî li komxebatê bûn diyar kirin bi fikir û felsefeya Rêber Apo li her qadê reng û dengê jinan heye.
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico anî ziman têkildarî armanc û hedefa pergalê nîqaşên berfireh hatine kirin û got,’’Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî civaka êzidî û komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hember Rêber Apo pêk hat, girêdayî hev in.’’

Geşbûna jinan bi fikra Ocalan e
Hico derheqê komxebatê got,’’Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û zane kiriye û di bin siwana Rêveberiya Xweser de di vê komxebatê de amade ne û piştgirî didin. Îro cîhan bûye cîhan mêr. Îro em li cihên krîz hene dinêrin yan jî aliyeke din a cîhanê dinêrin rengê jinê nîn e. Lê dema em li komxebata ku hatiye lidarxistin dinêrîn, renge jin, hejmara jin, helwest û sekna jin tê dîtin. Ev jî hemû bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

Li Şengalê roja ciwanan bêhtir e
Endama Yekitiya Ciwanên Şengalê Vejîn Şengalî jî bal bire ser rola ciwanan a di têkoşînê de û got,’’Niha li Şengalê rola ciwanan bi taybetî jinên ciwan hîn bêtir e. Ciwan pêşengên civakê ne, ji ber vê yekê hîn zêdetir ciwan dibin hedef û rastî êrîşan tên. Divê herî zede ciwan, jinên ciwan fikirên Rêber Apo bixwînin, xwe perwerde û bi rêxistin bikin û pêve girêdayî civakê jî bi xwe re bi rêxistin bikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan fikrên Rêber Apo ye, ji ber vê yekê ciwan di serî de divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabe ser piyan.”

Heta azadiya Ocalan divê em têbikoşin
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Heliqî jî ev tişt anî ziman: ‘’Beriya fermanê jin li her derê jiyanê hatibû fetisandin, mirî bû û di nav malê de tunebû. Ev bû deh sal ku em dibînin jin bi fikrê Rêber Apo dikarin her tiştî bikin. Jin îro xwe azad û bi rêxistin dike. Jin bi xwe re her kesî hemû civakê perwerde û bi rêxistin kir. Niha em ji bo Rêber Apo çi bikin jî kêm e. Ji bo vê divê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her li ser piya bin.” JINHA/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.