Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî jineke ciwan a Êzîdî ya bi navê Sîpan Xelîl Îsmaîl (21) radestî malbata wê kir.

Sîpan Xelîl Îsmaîl ya ji Koçoyê bi rêya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hate rizgarkirin. Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî rexne li hêzên Iraqê jî kir ku astengiyê ji dîlên Êzîdî re çêdike û destûrê nade ji Rojava derbasê Şengalê bibin.

Hîna zarok bû kete destê DAIŞ’ê

Sîpan Xelîl ya di sala 2014’an de li Koçoyê di temeneke zarok de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê berê niha demekî li Derra a Sûriyê di dema teqînekî de fersendê dibîne, xwe ji destê çeteyan rizgar dike û xwe li malekî vedişêre. Piştre ji aliyê Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê xilaskirin û digihînin mala Êzîdiyan. Mala Êzîdiyan a Rojava jî bi rêya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî, wê gihandin malbatê.

Sîpan Xelîl ji aliyê TAJÊ û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, malbat û xelkê Şengalê ve bi awayeke qelebalix hate pêşwazîkirin. Jinên Şengalê yek bi yek wê silav kir û xêrhatina wê kir. Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî Ferîde Şengalî jî têkildarî rizgarbûna Sîpan Xelîl daxuyaniyekî da çapemeniyê û got: ”Esîrên me di encama berdêlên mezin û xwîna şehîdan de tên rizgarkirin. Lê mektebeke li Herêma Kurdistane heye, her carê îddîa dike ku ew dîlên Êzîdî di berdêla pereyan de rizgar dikin. Ev yek dûrî rastiyê ye. Em bazirganiyê li ser esîrên xwe nakin û bi pere jî nagirin. Weke Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî emê li dijî vêya rawestin û têbikoşin. Ev keçik jî ne bi pere, di encama zehmetiyeke mezin de ji aliyê asayîşê ve hatiye rizgarkirin û radestê Mala Êzîdiyan ya Rojava hatiye kirin.”

Rexne li dewleta Iraqê kir

Ferîde Şengalî her wiha rexne li hêzên Iraqê yên li ser sînor jî kir û got, hatina Sîpan Xelîl astengkirine, lê di encama hewldanên mezin ên du rojan de karîne wê derbasê Şengalê bikin û teslîmê malbatê bikin.  ROJNEWS/ŞENGAL