Encamnameya Duyemîn Konferansa Jin a Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur ya li paytexta Lubnan Beyrûdê hatibû organîzekirin, hat ragihandin.

Konferans 30-31’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Emê bi Yekîtiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêkbînin” pêk hat. 100 delege ji 18 welatan tevlî konferansê bûn her wiha 30 jin jî bi rêya online tevlî konferansê bûn. Yekemîn konferansa Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur sala 2013’an li Amedê pêk hatibû.

Tifaqa Jina Demokratîk a MENA’yê

Di encamnameya konferansê de hatiye gotin ku şert û mercên herêmî û navnetewî ya heyî, pevçûn û şerên li herêma Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur yên jin pêre rû bi rû dimînin û gelek mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Her wiha bal hatiye kişandin li ser bandora bûyerên ji cihê xwe bûyîn, esaret û qetilbûyîn ya li ser jinan û zêdebûyîna şîdeta li ser jinê.

Di konferansê de biryara avakirina “Tifaqa Jina Demokratîk a MENA’yê” jî hat dayin.  NAVENDA NÛÇEYAN