Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li ser girtina Leyla Guven helwest nîşan da û got, ''Divê hemû jin xwe berdin qadan.'' 

JKŞ têkilî rehîngirtina Leyla Guven daxuyanî da. JKŞ'ê got, ''Dewleta Tirk a faşîst a bi serweriya mêr careke dî êrîş aniye ser vîna jinê.'' JKŞ'ê diyar dike ku dewleta Tirk bi destgîrkirin, girtin, destdirêjî û destavêtinê dixwaze têkoşînê qels bike û bişkîne, vê siyaseta xwe bi xebitandina hemû amûrên dewletî roj bi roj girantir dike û nexasim li ser jinên Kurdistanê hemû rêbazên vê siyasetê bi kar tîne.

JKŞ'ê got, ''Biryara li ser Leyla Guven bêguman ne biryareke jirêzê ye. Leyla Guven bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, bi têkoşîna xwe ya biryardar, bi grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Imraliyê bûye sembola berxwedanê. Dewleta Tirk dixwaze van nirxan di şexsê Leyla Guven de êsîr bigire.''

NAVENDA NÛÇEYAN