Jin bi hevkarî tevdigerin

Nûçeyên Jin

Sêşem 4 Tebax 2020 - 23:00

Komek jinên akademîsyen li dijî şidet û destdirêjiya cinsî ya di nava civaka akademiya lêkolînên Kurdî de metnek weşand. Di vê metnê de ew dibêjin, “Em, wekî komek ji jinên zanyar, xwendekar û lêkolînerên di Lêkolînên Kurdî de, her cûreya tundiya mêr û destdirêjiya zayendî şermezar dikin.”
Di metnê de tê bibîrxistin ku jin, her roj rastî êrişên cinsî û fîzîkî tên û tê gotin, “Tundiya mêran û destdirêjiya cinsî dikarin bi awayên laşî, derûnî, devkî an jî online bin. Tevgerên psîkolojîk, cinsî û fîzîkî ku hevgirtina jinê hedef digirin, bi xwe re zext û xetera li ser jiyanê derdixin holê.”
Kom normalîzekirina êriş û şideta cinsî li dijî jinan di nava akademiyan de jî wiha rexne dike: “Binpêkirinên polîtîkayê (ya li dijî şideta cinsî) wekî parçeyek ji têkiliya hêzên newekhev ên di akademiyan de têne paşguhkirin û normalîzekirin. Hem tundiya mêr, hem jî destdirêjiya cinsî pirsgirêkên pergalê ne. “
Komê di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Piştgiriya ji dil ew e ku mirov li cem wan jinan bisekine ku bûne hedefa êrişa kesên bihêz û payebilind. Em bi hev re xurtir in. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin: Jin di lêkolînên Kurdî de bi hevkarî tev digerin!” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.