• OHD, ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclîsê û Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk bide. Endamê OHD’ê Baran Elman ragihand wan ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdê daxwaznameyeke berfireh amade kiriye û destek ji rêxistinên din jî girtine.

OMER IBRAHÎMOGLU

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê amadekariyên kampanyeyekê dike. OHD, wê bi çarçoveya kampanyayê bi fermî serî li Meclisê û Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) ya Tirk bide. Li bin daxwaznameya ji bo serlêdanê, wê îmzeya rêxistinên hiqûqê hebe û wê tevî îmzeyan serî li Meclisê û MEB'ê bê dayîn. 

Endamê OHD'ê Baran Elma anî ziman zimanê dayikê meseleya hebûnê ye û got: "Gava mirov wiha difikire, bê guman zimanê dayikê parçeyeke hebûna mirov e. Nasname jî bi çarçoveya zimanê dayikê tên meydanê û nansameyeke bê zimanê dayikê nabe. Lewma em girîngiyê didin zimanê dayikê û em xebatên xwe yên di vî warî de pêk tînin." 
 
Elma destnîşan kir ku ew mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê Kurdan diparêzin û bi bîr xist ku di pergala fermî ya Tirkiyeyê de Kurdî esas nayê girtin. Elma got: "Li Meclisê bixwe jî gava hin parlementer bi Kurdî diaxivin Kurdî wekî 'zimanê nayê naskirin' tê tomarkirin. Me jî got, çima ev wiha bidome. Paşê me biryar girt ku em daxwaznameyekê ji MEB'ê û Meclisê re bişînin. Me kampanyayeke bi vî awayî da destpêkirin. Me pêwendî bi rêxistinên hiqûqê yên din re jî danî. Me daxwaznameyeke berfireh amade kir û em ê îmzeyê ji rêxistinên din jî kom bikin. Gava pêvajoya îmzeyê biqede em ê daxwaznameya xwe berpêşî meqamên fermî bikin."  MA