Ji Monet û wê de...

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Îlon 2021 - 02:11

  • Şêwekar Monet wek pêşengê împresyonîzmê tê zanîn. Heta niha li gelek galeriyan pêşangehên wêneyên wî çêbûn û wêneyên wî hatin nîşandan. 

Şêwekar Monet wek pêşengê împresyonîzmê tê zanîn. Heta niha li gelek galeriyan pêşangehên wêneyên wî çêbûn û wêneyên wî hatin nîşandan. Lê vê carê “Navenda Kongreya Metro ya Torontoyê” bi şêwazeke berê neceribandî, wêneyên Monet nîşan dide. Beriya niha ti kesî tabloyên Claude Monet bi vî awayî nedîtine. Ji be ku bi teknolojiyeke cihê, wêneyên Monet tên nîşandan.

Bi projeya “Beyond Monet” (Ji Monet û wê de) ya ku galeriyeke pirr mezin e, li Kanadayê tabloyên Monet tên nîşandan. Her odeya galeriyê hêleke afirîner ya şêwekar Monet nîşanî bîneran dide. Wek nimûne “Odeya Baxçe” li ser “hest û nihêrînên” Monet hûr dibe. Her wiha odeya ku gilover e û wek “Odeya bêdawîtiyê” hatiye binavkirin jî behsa reng û hunerê wî yê bêdawî dike. Hemû ode bi tabloyên wî yên zindî hatine amadekirin û muzîkeke orîjînal jî di dema temaşekirina tabloyan de bi hestên mirovan re dibe yek û wan daxilî nav tabloyên Monet yên rengo rengo dike. Justîn Paquin ku dîrektoriya vî karî dike, dibêje, “Ji temaşevanekî bêhtir, mirov xwe wek parçeyekî dinyaya Monet hîs dike. Dinyaya wî ya bi reng ya ku bi rengan dibiriqe.”

400 berhemên Monet li vê galeriyê tên nîşandan. Di nav van tabloyên wî de şaheserên wî yên herî naskirî jî hene. Gilles Paquin ku çêkerê vê projeyê ye, “Beyond Monet”ê wiha dinirxîne: “Teknolojî bi awayekî bêhempa hatiye bikaranîn. Beyond Monet, careke din pênase dike ka maneya huner ji bo mirovan çi ye. Ev proje asta hunerî derdixe qonaxeke bilindtir. Beriya niha têkiliyek me ya bi vî rengî bi tabloyên Monet re çênebûbû. Vê projeyê kir ku em bi tabloyên wî re hin têkiliyên nû çêkin.”

Pêşangeha “Beyond Monet” heya 3’ê Cotmeha 2021’an dê li “Navenda Kongreya Metro ya Torontoyê” çalak be û kesên bixwazin dê karibin bi şêwazeke cudatir tabloyên Monet bibînin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.