Ji kêmkirina saetên elektrîkê nerazî ne!

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 16:15

  • Ev 32 salin Kurd li Başûrê Kurdistanê rêveberiya xwe dike û hemû sektorên xizmetgûzariyê di destê Kurdan de ne. Tevî van salan û rêveberiya bi destê Kurdan bixwe jî, welatî ji ber nebûn û kêmiya xizmetgûzariyên sereke dinalînin. Bi taybet jî dayîna elektrîka hikûmî di werzên havîn û zivistanê de dikeve bin 10 saetan. Ev jî her havîn û her zivistan dibe sedema bertek û giliyên welatiyên Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên Silêmaniyê têkildarî kêmbûna saetên elektrîka hikûmî di werza sir û seqem ya zivistanê de fikarên xwe parve kirin.
Nîştecihê bajarê Silêmaniyê Heme Reşîd têkildarî kêmbûna saetên elektrîka hikûmî got; “Ev 30 salin Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye elektrîkê bi awayek bê qusûr û pirsgirêk ji welatiyên Herêma Kurdistanê re dabîn bike. Her salê saetek elektrîka me hatiba zêdekirin wê em niha ne di vê rewşa kambax de bana. Ji ber ku wek tê zanîn rewşa darayî ya welatiyan gelek xirabe. Ji bilî vê yekê jî di werza zivistanê de pêdiviya welatiyan zêdetir bi elektrîka hikûmî heye, lê mixabin hikûmet qet pabendê dayîna elektrîka hikûmî nebûye.”
Sevîn Mihemed jî têkildarî mijarê got; “Dema ku pêdiviya zerûrî ya welatiyan bi elektrîka hikûmî hebe û hikûmet nade. Niha em ber bi werza zivistanê diçin û hikûmet saetên dayîna elektrîkê li ser xelkê Herêma Kurdistanê kêm dike.” 

Pêdivî zêde ye û santral vê yekê ranakin
Tevî ku welatî ji dayîna saetên elektrîka hikûmî nerazî ne û dibêjin kemin jî; Berdevkê Saziya Elektrîkê ya Silêmaniyê berevajî welatiyan dibêje “Em rojane nêzîkî 15 saetan elektrîka hikûmî didin welatiyan.” Berdevkê Saziya Elektrîkê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed têkildarî sedema kêmkirina saetên elektrîka hikûmî di werza zivistanê de wiha got; “Em rojane nêzîkî 15 saetan elektrîka hikûmî didin welatiyan. Çiqas em nêzî werza sar ya zivistanê bibin, pêdiviya li ser elektrîka hikûmî zêde dibe, ev jî dibe sedem ku santral ranekin û dibe sedem ku em saetên dayîna eletkrîka hikûmî kêm bikin.”

Bi projeya hikûmetê tê çareserkirin
Sîrwan Mihemed di dewamê de got; “Tevî ku pirsgirêka kêmiya saetên elektrîkê demek dirêje heye jî, lê eger heye ku ev pirsgirêk heta çend salên din jî bi vê rewşê bimîne. Ji ber ku çêkirina tax û sîteyên nîştecihbûnê pêdiviya bi elektrîkê zêdetir dike. Lewra divê asta hilberîna elektrîkê were kontrolkirin da ku pirsgirêka elektrîkê bi temamî were çareserkirin. Ev jî bi danîna plan û projeyek ji aliyê hikûmetê ve wê çareser bibe.” Têkildarî dabînkirina elekrîka 24 saetî bo welatiyên Herêma Kurdistanê jî Sîrwan Mihemed got; “Niha hikûmet bi çêkirina plan û projeya dayîna elektrîka 24 saetî ve mijûle ku li sê taxên bajarê Hewlêrê ev proje ketiye meriyetê. Em jî li Silêmaniyê di nav hewla wê yekê de ne ku bikaribîn vê projeya elektrîka 24 saetî cîbicî bikin. Lê vê yekê pêwîstî bi wê yekê heye ku hilberîna elektrîkê bê zêdekirin û bikaranîna wê ji aliyê welatiyan ve bê kontrolkirin.” ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.