- Gerîlayan li Heftanîn û Sêrtê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Gerîlayan li Heftanînê ji 7 alî ve dor li dagirkeran girtin û 22 leşker-kontra ceza kirin, derb li 2 helîkopteran xistin. Li Sêrtê jî gerîlayên YJA Starê 12 leşker ceza kirin.
Gerîllayên HPG û YJA-Starê ji Heftanînê heta bi Botanê çalakî kirin. Di çalakiyan de bi giştî 34 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye: "7'ê Tebaxê, eskerên Tirk bi piştgiriya kontrayan li geliyê Pîrbûlayê dest bi hewldana dagirkeriyê kir. Hêzên me yekîneyên dijmin xistin kontrolê û 8'ê Tebaxê ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Li vê qadê şerekî giran qewimî. Hêzên me ji 7 baskan ve dor li yekîneyên dijmin girtin û derbên giran lê dan. Bi rêbazên serdegirtin, êriş û sûîqestê çalakî hatin kirin. Helîkopterên di hewarê de hatibûn 2 ji wan derb xwarin. Di vê operasyona şoreşgerî de 22 leşker-kontra hatin cezkairin, 8 leşker-kontra birîndar bûn.
Hêzên gerîla çûn ser cenazeyên dijmin û 4 çenteyên leşkerî, dûrbîneke rojê û gelek alavên leşkerî rakirin. Dagirker ji qadê vekişiyan. Di vî şerî de hevrê Warşîn bi ruhê fermandar Egîd bi ser dijmin ve çû, bi rengekî fedayî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Dijmin tahde li xelkê sivîl kir, zirar da bax û baxçeyên wan.''
YJA Starê 12 dagirker ceza kirin
Gerîllayên YJA Starê ji bo silav bidin salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê roja 8'ê Tebaxê li navbera gundên Hêşet û Osyanê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê, li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya tîpa kîrbê hate îmhakirin, 12 leşkerên dijmin hatin cezakirin.
Li Banê 3 gerîla şehîd bûn
30'ê Tîrmehê, li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê artêşa TC a dagirker li qada gundê Banê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombardûman li herêmê kir û piştre leşkerên xwe danî herêmê. Di operasyonê de ku heta 5'ê Tebaxê dewam kir, hevrêyên me Rohat, Brûsk û Botan şehîd bûn. Agahiyên têkildarî hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
Doga Zîlan şehîda pêşî ya YPH
HPG'ê ragihand ku Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed şehîda xwe ya destpêkê Doga Zîlan da û got, "12'ê Tîrmehê li Heftanînê di çalakiya bi amûra hewayî li dijî artêşa TC a dagirker de hevrêya me Doga Zîlan şehîd bû. Hevrêya me Doga şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed e.
Hediye Çerçî bi nasnav Doga Zîlan a ji nava dilê dîroka leheng û berxwedêr a xaka serhildêr a Serhedê tê, sala 1994'an li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Hevrê Doga li nava malbateke welatparêz mezin bû, hiş û mejiyê xwe bi hêrsa ji Geliyê Zîlan û Agirî dagirt û xwedî li mîrateya gel derket. Sala 2015'an di pêvajoya berxwedana Kobanê de bersiv da banga seferberiyê ya Rêber Apo û hîn ji destpêkê ve dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re nîşan da.
Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Doga em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û weke peyrewên hevrê Doga em ê bi biryardarî û îdîaya wê, bi ruhê wê yê tolhildanê û serketinê, têkoşînê mezin bikin û weke bi hezaran Doga û Zîlanên di dilê dijmin de teqiyan em ê her hebin."
ANF/BEHDÎNAN