Ji çapemeniya cîhanê Doza Kobanê

În 17 Gulan 2024 - 16:14

  • Cezayê ku dadgehên dagirkeriya Tirk di Doza Kobanê de li siyasetmedarê Kurd birî di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî cih girt. Reutersê bi şîroveya,’’Dibe ku aloziyên siyasî çêbibin’’ nûçe da.

Di rûniştina biryarê ya Doza Kobanê de dadgeha Tirk mîna ku dadgeha DAIŞ’ê bû tevgeriya û cezayê giran li siyasetmedarê Kurd û dostên Kurdan ên li nav siyaseta Kurd birî. Di serî de li hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdah û Selahattîn Demîrtaş, bi 10’an sal cezayê girtîgehan li siyasetmedaran hate birîn.
 
Reuters:Dibe ku aloziya siyasî geş bibe
 
Ajansa Nûçeyan a Reutersê ya navenda wê li Ingilîstanê biryar bi serenavê “Tirkiyeyê rayedarên berê yên partiya alîgirê kurdan, ji ber protestoyên di sala 2014’an de mehkûm kirin” dît. Reutersê her wiha di nûçeya xwe de ev şirove kir: “Biryar dibe ku aloziya siyasî ya li dora HDP’ê zêde bike.” Reutersê bertek û protestoya li eywana danişînê jî ragihand û cih da qedexeya çalakiyan a li 14 bajaran ku Amed, Mêrdîn, Riha û Wan jî di nav de ne. 
 
Di nûçeyê de wiha jî hate gotin: “Demîrtaş ji ber sûcên girêdayî terorê ji mijdara 2016’an ve di girtîgehê de ye lê fîgurê ku yek ji siyasetmedarên bi bandor ê Tirkiyeyê jî didomîne. Ew û Yuksekdag ji yek ji 18 bersûcên girtî ne.” 
 
AFP Û FT: Dadgeha Tirk cezayê giran da
 
Agence France-Presse (AFP) ya navenda wê Fransa jî biryar weke “Yek ji hevrikê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Selahattîn Demîrtaş ê 51 salî ku ji sala 2016’an ve girtî ye, bi dehan sûcên ku yekitî û xerakirina dewletê jî di nav de ye hate mehkûmkirin” servîs kir.  
 
Rojnameya The Financial Times (FT) a Ingilistanê jî biryara dadgehê bi serenavê “Dadgeha Tirk cezayê giran li siyasetmedarên Kurd ên girtî birî.’’
 
Di nûçeya rojnameyê de îşaret bi pêvajoya çareseriyê  hate kirin û hate diyarkirin ku doz parçeyekî zextê ye yê piştî vê pêvajoyê li dijî tevgera siyasî ya Kurd hatiye destpêkirin û li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedarên Kurd girtî ne. 
 
ZDF: Dibe ku HDP were qedexekirin
 
Qenala Duyemîn a Alman (ZDF) di nûçeya xwe ya li ser biryarên dadgehê de gotina 'qedexeya HDP'ê pêkan e' bi kar anî û got, "Darizandinê di nîsana 2021'an de dest pê kir; parêzeran doz bi sedema siyasî bi nav kir. Li dijî HDP’ê pêvajoyeke cuda ya qanûnî tê meşandin û ev yek dibe ku qedexeyekê bi xwe re bîne. Li Meclîsê xwe weke DEM birêxistin kirin û niha li wir partiya herî mezin a sêyemîn e.”
 
Der Spîegel: Demirtaş hevrikê Erdogan bû
 
Kovara polîtîkayê ya heftane Der Spîegel a Almanyayê jî di nûçeya xwe ya der barê doza Kobanê de bal bire  ser 42 sal cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş  hatiye birîn û ev tişt gotin: “Demîrtaşê karîzmatîk demeke dirêj hevrikekî cidî yê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû; Li hemberî wî du caran bû namzetê Serokkomariyê. Piştre hikumeta li Enqereyê ew bi ‘terorîzmê’ sûcdar kir; mijdara 2016’an hate girtin.” MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.