Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a Yekemîn bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin û azadiya Rêber Apo pêk bînin" li Hesekê dest pê kir.
Hezar delege û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî kongreyê bûn. Her wiha endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah û hevserokên TEV-DEM′ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso jî beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah destpêkê behsa tecrîdkirina li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd li dijî gelan hemûyan e; ew gelên ku doza azadî û dijberiya siyasetên mêtingeriyê dikin. Armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd û helandina çanda wî û tevahiya pêkhateyên herêmê ye."
Asya Ebdullah behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe dixwazin vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz bikin û xaka me dagir bikin."
Divê têkoşîn bê xurtkirin
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed jî di Kongreyê de axivî got, "Lidarxistina vê kongreyê li ser vê xaka pîroz, bi saya fedakariya şehîdan e."
Newroz Ehmed bal bire ser destketiyên bi saya serê şehîdan û got, berpirsiyariya parastina van destketiyan li ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Newroz Ehmed paşê bal bire ser girîngiya têkoşînê û got, "Bêyî têkoşîn û fedakariyê azadî ne pêkan e. Ev şoreş bû dika hêviyê ji tevahî şehîdan re. Ji ber ku xwîna şehîdan hemûyan tevlihev bû. Ji lew re divê em bi hev re têkoşînê geş bikin da ku armancên şehîdan pêk bînin, siberojeke ronak ji malbatên wan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re misoger bikin. Pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye."
Gava nûçeya me dihat amade kirin kongreyê dewam dikir. Çav li rê ye ku rêzikname were nîqaşkirin û hevserokên meclisê were hilbijartin.
HESEKÊ