Ji bo nanê xelkê Qereçobanê
Sêşem 3 Çile 2023 - 02:01
Şaredariya Qereçoban a Erziromê Fabrîkeya Nan a Gel vekir. Fabrîka dê rojane 10 hezar nanan bipêje.
Şaredariya Qereçoban a Erziromê a bi rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi çêkirina fabrîkaya nan kiribû û fabrîkeyê dest bi hilberandinê kir. Şaredariyê bi derfetên xwe 210 donimên zeviyan genim çandin û hewl dide sala bê nan bi erzanî bide gel.
Hevşaredarê Qereçobanê Halît Ugun got, bi vekirina fabrîkeyê re armanc dikin ku xelkê herêmê nanê erzantir û biqelîtetir bixwe.
ERZIROM