Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ mal bi bal digerin

În 20 Îlon 2024 - 15:47

  • 13’ê Cotmehê li Amedê bi çarçoweya Pêngava ‘’Ji Ocalan re Azadî’’ wê ‘’Mîtînga Azadiyê were lidarxistin. Ji DBP’ê Erhan Basût diyar kir ji bo azadiya Kurdan û gelan divê tecrîda li ser Ocalan bişike, ji bo vê peyamê bi rengekî xurt bidin ew ê mal bi mal bigerin û 13’ê Cotmehê bi tevlêbûna bi hezaran peyama ji Ocalan re azadî bigihînin her kesî.

Platforma Saziyên Demokratîk, di 12’ê îlonê daxuyanî da ku Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’  ber bi qonaxa duyan ve diçe û wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin’’ mîtîng were lidarxistin.

Tecrîd têkilî komploya navnetewî ye
Hevberdevkê Rêxistinê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Erhan Basût têkildarî mitînga ku wê di salvegera 26’emîn a komploya 9'ê cotmehê de bê lidarxistin, bi bîr xist mîtîng wê di salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê de were kirin, destnîşan kir tecrîda mitleq a li ser Rêber Ocalan têkiliya xwe bi pêvajoya komploya navnetewî re heye û bi  destkeftiyên di warê demokrasi û azadiyê de ya gelên Kurd komploya navnetewî hatiye pûçkirin. Basût bi berdewamî got niha jî bi tecrîda mitleq, bi halê ‘’bêpêwendîbûn’’ê dixwazin bigihijin armanca xwe.
Basût bi bîr xist ku Pêngava ‘’Ji Ocalan re aadî’’ sala çûyî di 10’ê Cotmehê de hatiye destpêkirin û destnîşan kir bi vê çarçoweyê ew ê 13’ê Cotmehê li Amedê Mîtînga Azadiyê li dar bixin. 

Ji bo azadiyê divê tecrîd bişike 
Basût bi berdewamî diyar kir ji bo azadiya Kurdan û gelan divê tecrîd were şikandin û got,’’ “Ji bo hêzên Modernîteya Demokratîk bi ser bikevin, divê ji bo parastina hebûn û azadiya gelê Kurd û hemû gelan divê bêpêwendiya mutleq bê şikandin. Em ê jî di xebatên kampanyayê yên mehekê de ji bo kesên doza azadiyê û demokrasiyê dikin bên cem hev du û tecrîda mutleq bê şikandin em ê van xebatan bikin." 

Em ê biçin hemû malan 
Basût giringiya Mîtînga Azadiyê ya ku wê 13’ê Cotmehê li Qada Stesyonê ya Amedê were lidarxistin bang li hemû beşên civakê yên azadîxwaz kir ku bi gelê Kurd re bêne cem hev. Basût diyar kir ku fînala xebatên dikin wê mîtînga 13’ê Cotmehê be û got: “Serkeftina vê mîtîngê bi xebatên ku em ê mehekê bidin meşandin ve girêdayî ye. Ji bo serketinê, pêdivî ye ku mirov baldar be û biryarên cidî bide. Di hevdîtinan de ku me bi sazî û dezgehên xwe yên demokratîk re kir, me dît ku hem rêxistina me hem jî gelê me û saziyên me yên demokratîk pir bibiryar in. Li hemû bajar û navçeyan wê koordînasyon ji bo van lêkolînan bên kirin. Tu gund, mal û tax wê nemînin ku koordînasyon neçe wan." 

Divê bibe weke Qada Newrozê
Basût diyar kir ku armanca wan ew e ku beşdariyeke wekî ya Newrozê çêbibe di mîtîngê de û got: “Em bawer dikin ku wê ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê gel bi girseyî bên cem hev û gelê Amedê jî wê bi coş û heyecaneke mezin beşdarî mitîngê bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû pêkhate, hêz, gelan, gelên bindest, ciwan û jinên azadî û demokrasiyê dixwazin û di serî de gelê Kurd dikin ku di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê beşdarî mitînga azadiyê bibin.”
MUJDAT CAN
MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.