Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:41

  • Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir tecrîda li ser Rêber Ocalan ne rûdaneke şexsî ye, hedefa tecrîdê vîna azadiyê ya civakê ye û polîtîkayên şer û êrîşên li ser sirûştê encamên tecrîda li ser Ocalan in.

Bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ku mînakeke wê li cîhanê nîne û ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bingeheke xwe nîne û destnîşan kir ku hikumeta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike. Gurbuz anî ziman ku polîtîkayên şer, talana ekolojîk û krîza aboriyê, encama tecrîdê ye û got, bi vî rengî bi tecrîdê pêşî li çareseriyê tê girtin.
13’ê Cotmehê dijî tecrîdê û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê mîtînga 'Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin' were lidarxistin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz anî zimên li her deverê li ser her kesî atmosfere tecrîdê hatiye serwerkirin, di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li ser civakê hatiye danîn û got,’’Polîtîkaya asîmîle û tinekirinê ya sed salî ya aqlê dewletê bi rengê polîtîkaya şerê taybet a li dijî Kurdan derdikeve pêşiya me. ‘’

Tecrîd ne rûdanek şexsî ye
Bi berdewamî Gurbuz got,’’Em tecrîdê weke tecrîdkirina kesekî yan jî tecrîda li girtîgehekê nabînin. Ji aliyê hiqûqî ve bingeheke xwe nîne. Encama nêzîkatiyeke dijminane û polîtîbûyî ye. Ev tecrîd bandorê li cografyaya me, li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Şert û mercên tecrîdê yên ku ji aliyê hiqûqî û mirovî ve bêbingeh e, li cîhanê mînakeke wê nîne. Tirkiye bi polîtîkaya tecrîdê sûc dike."

Em ê tim li ser piyan bin
Gurbuz destnîşan kir polîtîkaya şer, êrîş û talana li ser sirûşta Kurdistanê û krîza aborî encama tecrîdê ye û got,’’Çareseriya van krîzan hemûyan ew perspektîf in ku Birêz Ocalan wê pêşkêşî gel bike. Qutkirina têkiliyê ya bi temamî, pêşî li çareserî û diyalogê digire.’’ Gurbuz anî zimên ew ê dijî tecrîdê çalakiyan bikin û got,’’Heta ku desthilatdariya AKP'ê rojeva tecrîdê cidî bibîne û bi Birêz Ocalan re dest bi pêvajoya diyalogê bike; heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin em ê ji van çalakiyên xwe paşve gavê neavêjin."

Banga tevlêbûnê
Gurbuz ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê banga tevlîbûnê li gel kir û got, ‘’Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê dîtin, ku tecrîd li nava gelê Kurd nayê qebûlkirin. Em ê van daxwazên xwe li mîtînga xwe ya li Amedê biqîrin û bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibe. Divê gelê me banga azadî û danûstandinê ji Amedê bike, destê aştiyê ji Amedê dirêj bike. Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê."ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.