- Babacar Niang yan jî “Matador” muzîkjenekî çanda Hîp-Hopê ye. Her wiha ew rapbêjekî navdar ê Efrîkî ye. Babacar Niang weke “Matadorekî” kuştina pergalê ji xwe re kiriye armanc û dibêje, “Divê hin kes rabin û li hember vê pergala ku dişibe cinawiran, şer bikin.”
ARDÎN DÎREN
Dema li welatê meriv qeyran û krîz didin der, û tiştên ne xweş pêk tên, hinek insan zû berê xwe didin welatên din û dixwazin welatên biyanî ji xwe re bikin war. Lê hin kes jî hene, wisa nakin û ew li welatê xwe dimînin, ew tenê li wir namînin, ji bo ku li welatên xwe hin tiştan biguherînin li ber xwe didin û bingehê hin tiştan ava dikin ji bo siberojê. Babacar Niang yan jî bi navê xwe yê din “Matador” muzîkjenekî çanda Hîp-Hopê ye. Her wiha ew rapbêjekî navdar ê Efrîkî ye. Li welatê xwe Senegalê şahidiya gelek qewimînan kiriye. Jixwe, ew tenê ne muzîkjen e, ew di heman demê de aktivîstekî jêhatî ye jî û ji meseleyên li Senegalê û her wiha li Efrîqa diqewimin haydar e. Ji lewma berê wî tim li welatê wî ye û li wir maye. Ew niha jî li peytexta Senegalê Dakarê dimîne.
Gava ku sala 2005’an li Dakarê lehiyeke mezin radibe, ew jî li wir e. Piştî lehiyê ji bo civak ji nû ve rabe ser piyan û motivasyona wan a jiyanê çêbe, konserekê li dar dixe. Pereyên ku ji konserê hatin jî giş ji bo kesên bê cih û war mabûn, xerc kirin; wî bi vî awayî alîkarî da hezar kesan. Wî piştî vê organîzasyonê di sala 2006’an de li taxa Pîkîn ya Dakarê navendeke çandê ya bi navê “Afrîculurban” vekir ku ew navend hîna jî çalak e û weke akademiyekê kar dike. Li gel xebatên perwerdeyê li navenda çandê studyo jî hene ji bo stran werin qeydkirin. Her wiha konser û atolyeyên çandî jî tên lidarxistin. Matador nexasim ji bo ciwanên welatê xwe ev kar daye pêşiya xwe û ji bo ciwanên li welatê wî bi muzîk û huner re mijûl bibin û biafirînin, navendeke wiha vekiriye.
Ji bo çanda Hîp-Hopê ya bi zimanê dayikê
Matador sala 1984’an dest bi muzîkê kiriye. Beriya muzîkê, wî ji dansê gelekî hez kiriye û ji lewma jî bala wî çûye ser “Break Dance” û di 12 saliya xwe de dansgeriyê dike. Lê paşê bûye rapbêj û piştî ku çanda “Hîp-Hopê” nas kiriye bêhtir meyla wî çûye ser vî hunerî. Her wiha wî kare grafîtî jî kiriye û xwe weke Hiphopper (evîndarê çanda hîp-hopê) dide naskirin. Wî sala 1992’yan de tevî hevalên xwe komeke bi navê “Wa BMG 44” ava kiriye û bi vê komê, ew bûne dengê ciwanên Senegalê. Maneya navê komê jî bi zimanê Wolofî “Wa Bokk Menmen Guestu” yanî (ji bo jiyaneke çêtir bi hev re…) ye. Ji zimanê Ingilîzî bêhtir wan bi zimanê xwe yê dayikê stran gotine û bi vê hêla xwe jî tên zanîn. Piştî kom hinekî hatiye naskirin wan li Senegal û li derveyî Senegalê ango hin welatên Ewrûpayê gelek konser li dar xistine û bi vî awayî zêdetir hatine naskirin.
Divê meriv vegere mala xwe
Matador ji bo çûyîna derveyî welat dibêje, “Tiştekî baş e ku meriv here li welatên biyanî konseran bide û pere qezenc bike. Lê divê piştî karê meriv bi dawî bû, meriv bîra welatê xwe bibe û vegere. Senegal mala me ye. Ez mînaka vê yekê me. Ez li gelek welatên dinyayê geriyam, lê piştî karê min li wir qediya, ez vegeriyam mala xwe. Gelek hevalên min ên di komê de Ewrûpa tercîh kirin, lê ez hatim li vir bimînim da ku li hember pergala qirêj a ku Efrîkayê tine dike şer bikim.” Matador bi bîr dixe ku li hemberî vê pergalê ew bi tenê nîne, her wiha ji bo ciwan jî li ber pergalê rabin û li ber xwe bidin navenda çandê vekiriye. Ew vê yekê wiha dinirxîne, “Ji bo ciwan li ber pergalê rabin, ez çekan didim destê wan. Ji lewma, ez van fersendan û derfetan weke çekê dibînim, û dixwazim li hemberî xizanî û vê pergalê ew bi rêxistin bin. Ez her wiha dixwazim ku ew karibin bi hunerê xwe şer bikin.”
Li pergalê avê venaxwe
Babacar Niang navê “Matador” jî bi zanebûn li xwe dike. Dibêje Matador li hemberî “bete noire” ango cinawirê reş şer dike. Ew pergalê weke “bete noir” (peyveke bi Fransî ye û tê maneya “dehbeyê reş”) bi nav dike û dibêje, ez bi karên xwe yên hunerî li hember pergalê radibim. Matador ji wan kesên ku li meydanê bi gayen hêrsbûyî re şer dikin, tê gotin. Armanca kesên Matador ew e ku heywanê li hember xwe bikujin. Babacar Niang jî weke Matadorekî kuştina pergalê ji xwe re kiriye armanc. Ji lewma ev nav neqandiye û dibêje, “Divê hin kes rabin û li hemberî vê pergala ku dişibe cinawiran şer bikin.”
Li benda kesî nemînin
Matador di hevpeyvîneke xwe ya sala 2012’an de dibêje, “Li benda ti kesî nemînin, em dikarin vî welatî rakin ser piyan. Ji bo guherînan naxasim divê ciwan bi berpirsyariyên xwe zanibin. Divê ew bi destên xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Jibîrnekin ku wext li hember me ye, divê êdî em ji bo siberoja Efrîkayê nekevin nav fikaran. Divê ev pergal bişike û were guhertin, û civakên Efrîkayê jî weke miletên din li meydanan xwe nîşan bidin.”