- KCK´ê bi rasthatina salvegera 36 a pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî da û got, "Ji1984’an heta îro gerîla bûye pola û di sala 37’an de jî wê li ber xwe bide. Gelê Kurd rastiya gelê şervan fêm kiriye, wê berxwedana xwe geş bike û faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da. KCK´ê got, di şexsê Fermandar Egîd de bi pêngava 15’ê Tebaxê Şoreşa Vejînê dest pê kiriye û Egîd (Mahsûm Korkmaz), fermandar û şervanên gerîla yên şehîd hemû bi bîr anîn. KCK´ê paşê got, "Fermandarên mezin Engîn Sîncer, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî yê di meha Tebaxê de şehîd bûne jî bi hurmet em bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin."
KCK´ê got, "Şoreşa Vejînê ya 15’ê Tebaxê ji gelek tevgerên gerîla zêdetir, şoreşên civakî ava kirine. Gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan, şoreşa neteweyî, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk, şoreşa azadiyê ya jinan, şoreşa çandê, şoreşa ferasetê, şoreşa wijdan û kesayetê ava kiriye."
Dijmin wê têk biçe
KCK´ê îşaret bi berxwedana gerîlaya li Heftanînê jî kir û got, "Gerîlayên li Heftanînê li ser xeta Mahsûm Korkmaz, bi dehan fermandarên mezin û bi deh hezaran şehîdan bi coşa cejnê û tilîliyan li ber xwe didin. Di van 2 mehan de wan diyar kiriye ku ruhê şoreşger ê 15’ê Tebaxê wê neyê şikandin. Em van berxwedêrên derbên giran li hêzên faşîst didin, silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Berxwedana Heftanînê wê di sala 37’emîn a 15’ê Tebaxê de li ser esasê berxwedanên mezin ên li Kurdistanê bidome, wê êrişên qirker û dagirker poşman bibin. Esmer, Nûcan û Rustem Cudî yên ku bûne sembola berxwedana Heftanînê têk neçûn wê kesên ku baweriyê bi tank û topên xwe tînin, têk biçin."
KCK´ê bi bîr xist ku dewleta Tirk beriya bi 36 salan gotye ez ê wam di nava çend saetan de tê bibim û piştre wiha dewam kir: "Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro gerîla di 36 salan de bûye pola û di sala 37’an de jî wê li ber xwe bide. Di van 36 salan de gelê Kurd ku rastiya gelê şervan fêm kiriye, wê berxwedana xwe geş bike û faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe. Li dora têkoşîna gerîlayan têkoşînê geş bikin, em Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin."
Azadiya Rêber Apo nêzîk bikin
KCK'ê ji bo rapora CPT´yê jî got, di encama têkoşînê de hatiye eşkerekirin û wiha dewam kir: "Tecrîdkirina Rêber Apo jî wê bi têkoşînê bi dawî bibe."
KCK´ê got, girîng e ku CPT´yê sîstema Îmraliyê weke sîstemeke êşkence û tecrîda giran bi nav kiriye û wiha dewam kir: "Êrişên faşîst qirker giran in, lê belê azadiya gelê Kurd û Rêber Apo jî nêz bûye. Hejandina sîstema Îmraliyê xwedî wateyeke bi vî rengî ya siyasî û îdeolojîk e.
Çawa ku rapor di encama têkoşîneke mezin de hate amadekirin, bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî jî wê bi têkoşînê bibe. CPT sîstema Îmraliyê weke tecrîda giran û sîstema êşkenceyê pênase kir. Ya ku dikeve ser milê gelê me û hêzên demokrasiyê ew e, têkoşîna li dijî tecrîdê ya ku bi vê raporê re bêhtir rewa, mafdar û xurt bûye, mezintir bikin, azadiya Rêber Apo nêzîktir bikin."
Serhildan û tolhildanê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo salvegera Pêngava 15'ê peyamek weşand û got, ''Pêngava 15'ê Tebaxê bûye pêkhatina raperîn û tolhildanê ya li asta herî jor.''
YJA Starê îşaret bi berxwedana dewam dike a gerîla jî kir û got, "Di serî de li Heftanînê, li Serhed, Botan, Dersim û hemû qadên gerîla guleyên ku têne teqandin dibine tolhildana jinan. Berxwedana fedayî ya bêmînak a gerîlayên jin ku bi pêşengiya Fermandar Esmer li Heftanînê tê rêvebirin, bûye rûyê hevçax ê pêngava 15'ê Tebaxê.
Em jî soz didin ku vê peywirê bi felseya jiyana azad ku Rêbertiya me afirandiye, bi giyanê şer ê ku hevrê Egîd û Zîlan ava kiriye bi cih bînin, bi vê bingehê azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin.''
BEHDÎNAN