- Her çiqas tê zanîn ku xwendin sedema sereke ya pêşketin û firehbûna fikrê take kesî yê hemû civaka ye, lê niha ji ber pêşketina teknolojî, bikaranîna torên medya dijîtal, nebûna derfetên kar û çend sedemek din rewş wisan lê hatiye ku rêjeya xwendina pirtûkan gelek kêm bibe.
Gelek caran pêşangehên pirtûkan tên vekirin lê hejmarek kêm kes serdana van pêşangehan dikin.
Di derbarê sedemên kêmbûna rêjeya xwendinê û giringiya çanda xwendina pirtûkan de, welatiyên navçeya Ranyayê ku serdana pêşangeha pirtûkan a bajêr kirin, axivîn.
Li Başûr asta kêm a hişyariyê
Jina bi navê Tara Asos ku yek ji xwênerên pirtûka ye, li ser giringiya xwendinê got: “Em hemû giringiya pirtûkan a ji bo civaka Kurd dizanîn. Eger em bixwazin civakek hişyar û di asta berpirsyartiyê de hebe, pêwîste em bixwînin. Di dewamê de Tara Asos da zanîn ger xwendin ji bo mêr neçariyeke jiyanî û ruhî be, ji bo jinan du qat giringtire û got: “Ji ber ku pêşketina civakek bitendirust û hişyar girêdayî perwerdeya dayîk û jinê ye. Ji bona wê pêwîste jin ji her kesê zêdetir bixwînin, xwe pêşbixin û xwe bi zanist û zanyariyan têr bikin.”
Tara Asos xwest ku hemû jin berê xwe bidin xwendina pirtûkan û got: “Ji bo civaka me civakek hişyar be, zarok û neviyên me di dema pêş de astek wan a berpirsyartiyê hebe û ji van nexweşiyên heyî rizgar bibin, pêwîste em bixwênin.” Di dawiyê de jî Tara Asos got: “Tişta ku mirov pê dikare rûbirûyê hemû pirsgirêk û astengiyan bibe, asta hişyariyê ye. Lê li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin jî asta kêm a hişyariyê ye.”
Teknolojî ji xwendinê dûr dixe
Welatiyê bi navê Kirêkar Aleyî jî li ser heman mijarê got: “Xwendin beşeke ji pêwîstiyên jiyanê. Ji ber ku mirov heta nexwîne fam nake. Mirov dikare bi xwendinê dîrok, zanist û hemû tiştên binirx bizane.” Di dewamê de Kirêkar Aleyî da zanîn ji berku xwendin mirovan pêşdixe, divê her kes ciwanan teşwîqê xwendin û xwepêşxistinê bike. Di dawiyê de jî Kirêkar Aleyî got: “Niha ji ber teknolojiyê xelk ji xwendinê dûrketine. Berê ciwanek ji bo xwendina pirtûkekê li gelek cihan lêdigeriya. Lê niha pirtûk zêde ne û xwêner kêmin. Ji bona wê divê mirov li ser her fikrekê, fikrên cûda jî bixwêne daku kesên din fam bike. Ji ber ku xwendina her hevokekê sûdek xwe ji bo mirov heye.” ROJNEWS/RANYA