Ji bo belavkirina zanista jinê

Nûçeyên Jin

Yekşem 6 Kanûn 2020 - 16:25

  • Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê bi dirûşma ‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ komcivînek li dar xist.

Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê bi dirûşma ‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ komcivînek li dar xist.

Komîteyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komcivîn bi armanca nirxandina xebatên xwe yên salekê û daketina bi jineolojiyê bi awirekî zanistî, li dar xist. Di heman demê de li wargehê şêweyê rêxistinkirina jinê di nava pergala netewa demokratîk de jî hat nîqaşkirin.

Di komcivîna li Kafeteriya Zînê de bi moderetortiya Rojnamevan Filîz Budak bi rê ve çû. Endama Komîteya Jineolojiyê Sungul Guler axavtina destpêkê kir.

Songul Gulerê, bal bire ser girîngiya xebatên Jineolojiyê û got: "Ev 26 sal in me weke jin li vir jiyanek û pergalek ava kiriye. Em tenê li dijî dewletekê tênekoşiyane, em li dijî çend dewletan têkoşiyan. Îdîayeke me ya pirr mezin a derbarê zanista jinê de heye  û em ê li ser van nîqaş bikin."
 
Em dengê xwe bigihînin jinan

Li ser rêxitinbûyîna jinan di nava rewşên penaberiyê de Mamoste Zeyneb Kara got,  “Jiyaneke ku jinê hebû, lê belê di aliyê zanista jinê de kêmasiyek hebû, ew jî Rêber Apo ji nava zîndana Îmraliyê weke fikirekê pêşkêş kir. Em jî weke wargeh pêwîst e xebatên ku me heta bi cihekî anîne, em bikin malê tevahiya cîhanê.”

Derbarê rol û misyona jinê ya di zanista jinê de jî Mamoste Bêrîvan Kaya wiha peyivî: “Weke jinên penaber di gelek aliyan de zorî û zehmetî me kişandine. Di gelek aliyan de tekoşîneke zêdetir pêwîst e. Divê em zanista jinê li her cihî bixin zanista serdemê û karibin dengê xwe bigihînin her cihê ku pêwîstiya jinan bi vê zanistê heye. Êdî rol û misyona jinê li Rojhilata Navîn nehiştine, ji ber keda jinê her tim hatiye wendakirin. Ji bo wê jî pêwîst e em di vê mijarê de ji bo tevahiya jinan bibin bersiv .”  
 
Heta daxwaz pêk bên

Rojnamevan Filîz Budak axaftina dawiyê kir û got, “Ti civak destûrê nade ku jin bibe hebûnek. Ji bo wê jî em ê  hêzê ji xwe bi xwe bigirin. Pêwîst e her jin ji xwe re bipirse, ka ez xwe di Jineolojiyê de çawa dibînim? Erka min di nava Jineolojiyê de çi ye û ez ê çawa Jineolojiyê di cewhera xwe de rûnînim.”

Piştî vê, li ser navê  Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê daxuyaniyek li ser grevên birçîbûnê hat dayîn. Komîteyê çalakger silav kirin. Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştarê, Fadîla Tok daxuyanî xwend û got, “Di bin şert û mercên herî zehmet de careke din dest bi çalakiyê kirine û barê rûmetê girtine ser milê xwe. Heta ku daxwaza gelê Kurd û tevgera azadiyê pêk neyê, em ê ti carî nesekinin û em ê her li ber xwe bidin.”

MEXMÛR/JINNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.