Ji bo 13’ê Cotmehê seferberî

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:55

  • Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat têkilî mîtînga 13’ê Cotmehê ya ku wê li Amedê dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan were çêkirin diyar kir gelek nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî di nav xebatên rêxistiniya mîtîngê de cih digirin, ew dixwazin 13’ê Cotmehê bi tevlêbûna bi 100 hezaran dengê xwe yê dijî tecrîdê bigihînin tevahiya cîhanê.

Piştî daxuyaniya ‘’Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin’’ ku 12’ê Îlonê Platforma Saziyên Demokratîk li Amed û Stenbolê dayî, ya bi çarçoweya Pêngava, ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’, 13’ê Cotmehê li Qada Stesyonê ya Amedê wê mitîngeke mezin were lidarxistin.
Di nav xebatkarên mîtîngê de heyetên Stenbol û Amedê ku di nav de hunermend û siyasetmedar jî hene heta roja mîtîngê wê li qadan bin, civînên gel çêbikin li Marmara, Ege, Çukurova, Anatoliya Navîn û Kurdistanê.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat, der barê amadekarî û xebatên mitîngê de axivî.

Ji bo çareseriyê tecrîdê rakin
Canpolat çalakiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan ên ku li tevahiya cîhanê têne lidarxistin bi bîr xist, çaresernekirina pirsa Kurd weke bingehê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn destnîşan kir û got ji bo çareseriya pirsa Kurd hewce ye ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin were kirin.

Divê em xwe bigihînin gel
Bi berdewamî Canpolat hevdîtinên dema bihurî ya li gel Rêber Ocalan  bi bîr xist, diyar kir wê demê asayîbûnek çêbûye û diyar kir ji bo ku li Tirkiyê û Kurdistanê eynî asayîbûn çêbibe divê tecrîda li ser Ocalan were şikandin. Canpolat got,’’Li Tirkiyeyê krîzeke mirovahî, exlaqî, wijdanî û hiqûqî heye. Ji bo çareserkirina van krîzan bangeke me ya bi vî rengî heye. Em bawer in ku wê pirsgirêk bi vî awayî çareser bibe. Jı bo vê ji hewce ye em çalakiyên demokratîk berbelavtir bikin û bêtir xwe bigihînin gel.’’

Divê em yekîtiya xwe çêbikin
Canpolat bi çarçoweya xebatên mîtîngê anî zimên ku ew dixwazin xwe bigihînin piraniya civakê, li gel hemû derdorên dilxwazên demokrasi û aştiyê dijî tecrîdê dengê xwe rakin û dengê xwe bigihînin partiyên desthilat ên dewleta Tirk. Canpolat got,’’Eger em yekîtiya xwe çênekin û dengê xwe bilind nekin, wê ji sedî 95'ê Tirkiyeyê zirarê bibîne. Em hewl didin ku bigihêjin ji sedî 95'an vê derdorê."

Ji bo mîtîngê seferberî 
Canpolat diyar kir ku ji bo mitîngê hemû saziyên di platformê de seferber bûne û got ku nûnerên sazî, rewşenbîr, nivîskar û parlamenterên Tirkiyeyê jî tevlî mîtîngê bûne. Canpolat got: "Em di wê baweriyê de ne ku ji Tirkiyeyê wê bi hezaran kes werin û beşdarî mîtîngê bibin. Wê bi sazî, partiyên siyasî û hemû kesên li Kurdistanê hevdîtin bên kirin. Hewce ye em di 13'ê Cotmehê de her kesî bînin qada Îstasyonê."

Bi tevlêbûna bi sed hezaran
Li dawiyê Canpolat got,’’Heke em dengê xwe bilind nekin wê ev pergal bi vî rengî bidome. Aborî û demokrasî wê têk biçe. Bêhiqûqî wê zêdetir xwe nîşan bide. Wê ciwan zêdetir bikevin nava çirava tiryakê. Ji bo vê jî divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê ya Amedê bicivin û ji vê re bêjin 'bes e'." MUJDAT CAN / MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.