- Li nava sînorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê ji ber sevqiyata leşkerî ya dewleta Tirk û bombebaranên wê 440 gund hatine valakirin. Hate gotin ji van gundan 264 gund li nava sînorê parêzgeha Dihokê û 176 gund jî li nava sînorê parêzgeha Hewlêrê ne.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih, da zanîn ku li gorî rapora hevbeş a ji aliyê hersê komîsyonên parlamentoyê ve li ser êrişên dewleta Tirk hatiye amadekirin, 440 gund li nava sînorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê ji ber êrişên dewleta Tirk vala bûne.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih li ser rapora hevbeş ku ji aliyê hersê komîsyonên parlamentoyê ve li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatiye amadekirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî raporê; li nava sînorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê ji ber sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk û bombebaranên wê 440 gund hatine valakirin. Hate gotin ji van gundan 264 gund li nava sînorê parêzgeha Dihokê û 176 gund jî li nava sînorê parêzgeha Hewlêrê ne. Her wiha hate destnîşankirin ku êrişan bi milyonan dolar ziyan gihandine bi bax û rezên deverê. Gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.
Mem Burhan Qanih di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku parlament bi awayekî ji dil li ser mijarê rawest e, û Hukûmeta Herêmê bi awayekî fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê bike ku pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigre û hîn zêdetir bi berpirsyarane helwest nîşan bide.
NAVENDA NÛÇEYAN