Ji bazaran bertek: Ev gel wê çi bike?
Çarşem 10 Îlon 2025 - 15:00
- Jinên li bazarê danûstandinê dikin dan zanîn her sal ji ber krîzê ew nikarin ji bo zivistanê tiştekî amade bikin û gotin:"Mûçe têr nake. Em hewl didin dan û standina heftane bikin lê em nikarin bikin. Ev gel wê çi bike?”
Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û hêza girtinê ya gel her diçe dikeve. Li gorî daneyên meha tebaxê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURKÎŞ) lêçûna xurekê ya malbatek bi 4 serjimarî 27 hezar û 111 TL ye. Sînorê xizaniyê wek 88 hezar û 310 TL dertê pêşberî me. Di encamê de hêza girtinê ya gel roj bi roj tune dibe.
Jinên çûn bazara taxê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê der barê mijarê de xivîn. Jinan diyar kirin ku krîza aborî di serî de têkiliyê malbatê yên civakê bi awayekî neyînî bandor dike.
Gulsever Mavîgoz da zanîn ku bihayên sebze û fêkiyan gelek zêde ye û wiha anî ziman: “Hêza girtinê ya gel ketiye. Ji bo mirov bijîn divê mirov bixwin. Lê em nikarin fêkî bigirin. Bi 250 TL tûfrengê difroşin. Fêkiyên din jî wisa ne. Mirov nikarin tiştekî bigirin. Ji ber vê nikarin vîtamînan jî bigirin. Hewcedariya zarokan bi vîtamînan heye. Jinên ducanî hewce bi vîtamînan dibînin. Lê hêza girtinê tuneye. Em dinêrin lê nagirin.”
Gulsever Mavîgoz di dewamiyê de wiha anî ziman: “Her sal ji ber krîzê em nikarin ji bo zivistanê tiştekî amade bikin. Hevjînê min teqawît e. Mûçe têr nake. Em hewl didin dan û standina heftane bikin lê em nikarin bikin. Ev gel wê çi bike?”
Fatma Guler jî destnîşan kir ku debara xwe bi zor dikin û ev tişt anî ziman: “Gelek kesên nikarin debarê bikin hene. Her tişt biha ye. Em nikarin tiştekî bigirin. Du zarokên min hene. Ez dikarim debarê bikim lê yên nikarin wê çi bikin. Zarokên me hişbirê difroşin, diziyê dikin. Çima? Ji ber pere tuneye. Dewlet divê ji ciwanan re derfetên kar peyda bike. Divê alîkariya wan bikin.” JINNEWS/AMED