Asayîşa PDK'ê 11'ê Cotmehê 15 xwendekar û karkerên ji wargeha penabera a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rustem Cûdî) li Hewlêrê revandin. Ji hingêve ti xeber ji wan nayê wergirtin. Asayîşa PDK´ê bi vî rengî weke çeteyên dewleta Tirk tevdigerin. Lê ev helwêsta PDK'ê nû nîne. Malbatên li Wargeha Mexmûrê, ji sala 1994´an ve ji Ertûşê heta bi Nehdarê, ji wir jî heta bi mexmûrê, gelek caran zilma hêzên PDK´ê li wan bûye. Hin malbatên hêzên PDK´ê xizmên wan qetil kirin ji Rojnewsê re peyivîn.
Cangîr Nêrwehî sala 1995’an li wargeha Etruşê hate qetil kirin. Dayîka Cangîrî, Hemra Nêrwehî ji bo qetilkirina kurê xwe got, “Me amadekariya daweta kurê xwe dikir, lê PDK’ê ew li ber pez qetil kir. Ti carî PDK’ê bi çavê biratiyê li me temaşe nekiriye, ma yê ku di dema DAIŞ’ê de Hewlêr parastî kî bûn, bila bînin bîra xwe.”

Heta kengê bindest û penaber!

Hemra Nêrwehî ji bo helwêsta PDK´ê ya hingê û niha dibêje, “Ma ne em bûn di dema şerê DAIŞ’ê de me xwe ji Hewlêr û Zaxo re kir mertal, me got, em birayê hev in û ev der axa me ye. Lê mixabin, PDK’ê rojekê jî bi çavê biratiyê li me temaşe nekir. Ew hertim alîgirê dewleta Tirk a dagirker bûn. Ger ne wisa bûya çi pirsgirêkên me li gel wan nîne ku îro em divê rewşê de ne. Ez bang li gelê Kurd dikim da ku yekîtiya xwe ava bike. Ma em ê heya kengê bindest û penaber bin?”

Birayê min malbatek ji mirinê xilas kir

Hêzên PDK´ê Mihemed Mijînî sala 1997’an qetil kir. Ûsiv Mijînî yê ku hêzên PDK´ê birayê wî qetil kir jî got; “Dema me pirsa birayê xwe kir, ji me re gotin heger hûn ji vir neçin, wê aqûbeta we jî weke ya birayê we be.”
Ûsiv Mijînî li ser qetilkirina birayê xwe dibêje, "Wê demê ji wargehê malbatek ji bo debara xwe şivantî dikir. Ew malbat ji aliyê PDK’ê ve hate girtin. Birayê min û 4 kesên din bi armanca daxwaza berdana malbatê bikin, çûn gel PDK’ê. Lê ew jî têne girtin, li gorî hatî gotin, birayê min ji çekdarên PDK’ê re dibêje malbata girtî berdin, me bigrin. Wê demê malbatê berdidin, birayê min û her 4 re kesên din digirin û dikujin. Em çûn Akrê me pirsa birayê xwe ji wan kir. Ji mere gotin ‘Ger hun niha ji vir neçin wê dawiya we jî weke ya birayê we be.’ Li Wargeha Nînova PDK’ê bi çekan êrişê şahiyekê jî kir 6 kesên me di wê şahiyê de kuştin.
Niha jî li Garê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker amadekariya şer ya li himber Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê dike. Lê gelê Kurd bi giştî jî baş dizane ku PKK’e ne aligirê vî şeriye û dibêjin em şerê birakujî nakin. Lê dema hat xwestin jî wê PKK’e bikaribe bersiva wan bide."

ROJNEWS/MEXMÛR