Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna, Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya. Yek ji karê pêşî parlamentoyê kir ew bû, îstifaya parlamenterê fraksiyona Komele Soran Umer xist dengdanê.
Îstîfaya parlamenter Soran Umer bi 55 dengên parlemenerên PDKê hate pejirandin. Seroka parlamentoyê Rêwaz Fayeq di civînê de axivî û got; “Di dema borî de hemû nakokiyên siyasî ku hene, mixabin ev nakokî hemû anîne nava parlamentoyê. Ez jî bume beşek ji pirsgirêkên siyasî. Ji bo vê ez daxwaza lêborînê dikim.”
Di civînê de herêmên Başûrê Kurdistanê yên dagirkirî ku weke herêmên bi nakok têne binavkirin, guftûgo hatin kirin.
Herwiha raporên hevbeş yên lijneyên kar û barê pêşmergeyan, navxwe, asayîş, meclîsên xwecihî, peywendî û rapora derbarê rewşa herêmên ser sînor, rapora lijneya tenduristî ya ser rewşa Koronayê hatin xwendin.
Tevî ku destpêkê civîn bi awayekî zindî dihat weşandin, lê bi daxwaza seroka parlamentoyê weşana zindî hatiye rawestandin û civîn girtî dewam kir.
ROJNEWS/HEWLÊR