Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, bi minesebeta bîrarîna şehidên Kurdîstanê ên meha Hezîranê ji ANF’ê re peyivî.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser girîngiya meha Hezîranê û got, ji destpêka mehê heya roja dawî mehê gelek hevrêyên wan şehîd bûne.
Cemal Şerîk bal bire ser girîngiya Hezîranê û got, "Di 17'ê Hezîrana 1998'an de Sema Yuce şehîd bû. Di Adarê de wê got, 'Du roj nabin' û berê xwe da Rêber Apo. Di encama çalakiyê de 17'ê Hezîranê şehîd bû. Şehadeta hevrê Sema Yuce ji bo me gelekî hîndekar bû.
Wê demê Rêber Apo bûbû hedefa dijmin. Beriya wê komplo hebûn. Di vê demê de jî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye girankirin û komployên wê demê dest pê kirin, niha jî bi rengekî girankirî dewam dikin. Ya ku li hemberî vê divê were kirin ew e ku bi ruhê Sema Yuce li dora Rêber Apo bicivin."
Cemal Şerîk bi bîr xist ku roja dawiyê ya Hezîranê Zîlan (Zeynep Kinaci) şehîd bûye û wiha peyivî: "Bi vê çalakiyê dîrokeke nû nivîsand. Ji wê rojê ve divê encamên gelekî xurt bên wergirtin. Hevrê Zîlan 30'ê Hezîrana 1996'an şehîd bû. Hevrê Zîlan çalakiyeke mezin kir. Di sala 1996'an de hewl didan komployên li ser Rêbertiyê bigihînin asteke nû. Di 6'ê Gulanê de li cihekî nêzî Rêber Apo bombe hate teqandin û bi vî rengî êriş li dijî jiyana Rêber Apo hate kirin. Hevrê Zîlan ji bo bersivê bide vê yekê, ew çalakî kir. Îro jî zexteke giran li ser Rêber Apo heye. Di nava şert û mercên wê demê de çawa ku bi çalakiya hevrê Zîlan bersiva komployê hate dayin, niha jî li ser rêya hevrê Zîlan divê li dijî zextên li ser Rêber Apo têkoşîn bê kirin."
ANF/BEHDÎNAN