Li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê doh bi şev kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
Kolbernews’ê li ser hesabê xwe yê telegramê ragihand ku pêr bi şev li herêma Dole Bî ya Serdeştê, komek kolber dibin armanca gulebarana hêzên Îranê.
Di encama wê gulebaranê de kolber Omîd Mihemedzade ê 39 salî yê ji gundê Girwês ê ji bajarokê Rebet ê Serdeştê ji lingê xwe ve birîndar dibe. Ji ber ku xwîn jê diçe, wî kolberî jiyana xwe ji dest da. Mihemedzade bavê 3 zarokan bûye. Heta kêliya ku me nûçe amade kir, hîna cenazeyê wî nedabûn malbata wî.
NAVENDA NÛÇEYAN