• Michael Rubin dibêje, "Heger carekê dewletên din sergirtî be jî destekê bidin raperîna Kurdan li Tirkiyeyê, hingê wê vegera ji vê nebe."

Raperîna Kurdan dikare Tirkiyeyê hilweşîne. Analîstê siyaseta Rojhilata Navîn ê Emerîkî Michael Rubin di gotara xwe ya National Interest de vê yekê dibêje. Ew îşaret bi vê îhtîmalê dike û dibêje, "Heger carekê dewletên din sergirtî be jî destekê bidin raperîna Kurdan li Tirkiyeyê, hingê wê vegera ji vê nebe."
Îhtîmala hilweşîna dewleta Tirk di encama şerê li dijî Kurdan de, êdî di gotaran de bêhtir cihê xwe dibîne. Xasma êrişkariya dewleta Tirk a herêmî vê îhtîmalê eşkeretir dide îfadekirin. Michael Rubin jî îşaret bi vê dike, di peywenda mudaxilbûna reqîbên dewleta Tirk de.
Ew dibêje, di rewşekê de ku aboriya Tirkiyeyê ji hev de dikeve, ew her diçe bêhtir êrişên xwe dibe ser cîranên xwe, lê her wiha êrişkariya xwe heta bi Lîbyayê dibe. Ew birina DAIŞ´iyan a ber bi Lîbyayê ve û qirkirina etnîk li dijî Kurdan jî bi bîr dixe. Bi ser van de jî gefên ku Tirkiye li Yewnanistanê dixwe jî hene.
Axir bi ya wî, DYE sîlehan nede raperîna Kurdan li Tirkiyeyê jî, Misr, Yewnanistan û Erebistana Siûdî dikarin vê bikin û bi vî awayî sîlehên modern û fînansmaneke ku Kurdan li Tirkiyeyê berê nekarî di xewn û xeyalan de jî bîra wê bibin, li ber destê Kurdan hebe.
Michael Rubin wiha dawiyê li gotara xwe tîne: "Heger carekê dewletên din sergirtî be jî destekê bidin raperîna Kurdan li Tirkiyeyê, hingê wê vegera ji vê nebe. Her Tirkê ku pişta êrişkariyên Erdogan li herêmê digire, rê li ber mezinahiya tirkîtiyê venakin çawa ku şelafên Erdoganî dibêjin, lê berevajî, ew parçebûna wê [ya Tirkiyeyê] ya nîhaî mumkin dikin." WASHINGTON