Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û li Îranê ya ‘Jin jiyan azadî’ ji 16´ê Îlonê ve dewam dike. Pêr li bajarê Sine bi dehan xwendekarên jin yên Peymangeha Teknîkî daketin kolanan û meşiyan. Xwendekaran bê navber dirûşmeyên li dijî desthilatê û ‘Jin jiyan azadî’ gotin. Li gorî agahiyan, hêzên Îranê êrişî xwendekaran kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Ji ber kontrola dijwar a rejîmê, agahiyên zelal û piştrastkirî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kêm bi dest dikevin.
Dîsa biryara bidarvekirinê
Li Sineyê wekî din komek aktîvîst li ber derityê mala Humen Ebdulahî yê di raperînê de şehîd bûbû, kom bû û merasîmeke bibîranînê li dar xist.
Hate gotin, pêr li bajarê Şino du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade yên ku di xwepêşandanan de hêzên rejîma Îranê ew kiribûn nezaretê, ji aliyê dadgehê ve cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn.
Li Tehran, Îsfehan û gelek bajarên din ên Îranê jî welatî daketin kolanan û bê deng meşiyan. Lê hêzên dewletê careke din êrişî wan kir. Li gelek zanîngehan jî boykota xwendekaran dewam dike, xwendekaran pêr jî çalakî li dar xistin.
Li seranserê welatên Ewrûpayê jî nerazîbûna ji bidarvekirina xwepêşanderan bi çalakiyan hat rûreş kirin. Di çalakiya li bajarê Frankfurtê de li meydana Hauptwache qederê hezar kesî civiyan û ji ber ku rejîmê dest bi darvekirina dijberan kiriye, ew rûreş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN