Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hunermend, şanoger, helbestkar, aktor, nivîskar û wergêrên Kurd di nav de 50 kes hatin cem hev.

Civîn pêr êvarî hate kirin. Rojeva civînê, pirsa ‘Em li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dikarin çi bikin’ bû. Di civînê de Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ên ku demek berê çûbû Başûrê Kurdistanê axivîn. Seyîdxan, Emekçî, Canê, Denîz Deman, Mûrat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa, Peywan Arjîn, Memo Gul, Alî Îkîzer, Ersîn Çelîk, Mîrê Hêkan, Alî Zulfîkar, Hekîm Sefkan, Mîrza, Kêjan û Hakan Akay jî di nav de gelek hunermend tevlî civînê bûn.

Divê em niha dest bi xebatan bikin

Hozan Diyar di civînê de got Erdogan dixwaze Kurdan bera ber hev bide û wiha axivî: ‘’Dewleta Tirk bi dagirkeriya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Dijmin li Başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kiriye, amadekariyên mezin kiriye. Îro statuya li Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye. Dema em li Başûrê Kurdistanê têk biçin ew ê Kurdistan têk biçe. Ne du meh şûnde, divê em niha dest bi xebatan bikin. Bêyî ku derengî bikeve, divê em ji bo yekîtiya hêzên siyasî bixebitin.”

Dema em Kurd bibin yek

Hunermend Hekîm Sefkan jî diyar kir ku şerê navxweyî ji bo Kurdistanê dibe xisar û got “Li Başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê şerê hev kirin. Başûrê Kurdistane bû du beş. Kevirek heye, aliyekî wê sor û aliyê din jî zer e. Wekî sembola parçebûnê ye. Dema PDK-PKK û YNK-PKK’ê şer kirin çi bû? 70 baregehên leşkerî yên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî tên ba hev lê dewleta Tirk dikeve navbera wan. Ew gelekî baş dizanin, dema em Kurd bibin yek wê serweriya wan biqede. Ji bo astengkirina yekîtiyê her dem hewl didin.’’

Pêşniyaza Akademiya Netewî

Herî dawî jî Şivan Perwer axivî û got, “Em hunermend diaxivin û nîqaş dikin. Di wan du salên dawî de em tên ba hev û têkilî guhertinên siyasî yên li Kurdistanê dibin. Lê divê di aliyê hunerî de jî em xebatên xwe pêş bixin.” Perwer ku pêşniyara avakirina saziya bi navê Hêza Yekîtiya Hunermendan (Yekîtiya Hunermendan) kir, bi bîr xist ku li Elmanyayê nêzî 3 mîlyon Kurd dijîn û wiha domand: “Divê em Akademiya Netewî ya Yekîtiya Hunermendan ava bikin. Pêwîst e ev akademî ji bo sînemageran, yên albûman çêdikin û helbestan dinivîsin; bi kurtî hemû beşên hunerê re alîkar be. Li Elmanyayê 3 mîlyon Kurd dijîn. Avakirina saziyek wiha êdî şert e.”

 ANF/KOLN