EBÎR MUHEMED /JINHA/QAMIŞLO
Embroidery, hunerê xemilandina bi pêlê li ser kinc ango materyalên wekhev e ku bi ta, derzî û tarê pêk tê. Axir em behsa neqşê dikin û ew qalibên xemilandinê yên bêdawî diafirîne. Mûdan Îbrahîm a 25 salî ji Qamişloyê ye. Mûdan bi şêwazekî nû neqşê dike.
Mûdan dibêje, ji hunerê hez dike. Li ser hunerê xwe ew dibêje, “Ev nêzî salekê min dest bi karên destan kir û qumaşan dixemilînim. Ez vî karî wekî xebateke ji bo kêfê dihesibînim. Ez vî karî online fêr bûm, min li vîdyoyan temaşe kir. Destpêkê kesên derdorê hemûyan destek da min lê yê herî zêde moral û pişgirtî dida min, hevrêyê min bû."
Mûdan dibêje, projeya wê ne bazirganî ye. Ji ber ku ew malzemeyên xwe ji derve û heta ji Ewrûpayê tîne û ji ber wê tabloyên wê buha dibin: "Hinek kes nerazîbûna xwe diyar dikin lê heta ji destên min tê ez di buhayan de ji mirovan re rêzê digirim û tevî ku carna zirar li min dibe jî ez kêfxweş dibim, dema ez kêfxweşiyê dikim dilê mirovan de."
Gelek celebên dirûtin û xemilandinê hene
Mûdan qala amûrên destan û cûreyên wan wiha dike: “Gelek cureyên xemilandinê hene, ji bo ku ez xemlê bigihîjînim, pêdivî bi kedeke mezin heye. Di heman demê de gelek celeb dirûn jî hene, mîna panel daîreya ku dikare ji her dirêjahî û li her alî were çêkirin. Her wiha cûreyê bi navê daronî heye ku pêlên bi hev ve tên girêdan, çêdike. Dawî jî xelek hene ku hûn dikarin li ser kincê, bi têla hevrîşim û derziya hevrîşimê bixemilînin. Ji ber di derziya herîşimê de firehiyek mezin heye."