Gerîla û fermandarên pêngava 'Cenga Xabûrê' nameyek ji gelê welatparêz û hunermendên Başûrê Kurdistanê re nivîsîn û ev bang li wan kirin: "Deng, awaz û stranên xwe bi dengê tivinga gerîla re bikin yek." 

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 26 roj li pey xwe hişt. Yek ji pêngavên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê "Cenga Xabûrê" ye ku ji bo têkbirina artêşa dagirker hatiye destpêkirin. Ji bo dîtina gerîlayên tevlî vê pêngavê bûne, em li eniya Metînayê ne. Gerîla Rojîn Serhildan li ser rêveçûna şer agahî da, bal kişand ser berxwedana li Girê Zendûrayê û destnîşan kir ku artêşa Tirk bi ti awayî nikare bi pêş ve biçe.
Gerîla Rojîn Serhildan her wiha diyar kir ku bi navê gerîla û fermandarên berxwedana 'Cenga Xabûrê' wan ji gelê welatparêz û hunermendên Başûrê Kurdistanê re nameyek nivîsîne.

Di nameyê de tê bi bîr xistin ku Artêşa Tirk a dagirker di meha pîroz a Remezanê de jî ranwestiyaye û êrişên xwe domandiye û tê gotin: “Di pêvajoyên dîrokê de li herêma Behdînanê li dijî dagirkeran berdêlên mezin hatine dayin. Ev gundên ku xwedî xwezayeke gelekî bedew in, ne cara yekê ye ku tên şewitandin û valakirin. Ji rejîma Baas heta rejîma Erdogan ê faşîst, hêzên mêtinger gelek caran ev gund hilweşandin.”

Di nameyê de qala bazkên berxwedanê yê şer û hunerê tê kirin; Eyaz Yûsûf, Erdogan Zaxo û Tehsîn Teha têne bi bîr xistin; îşaret bi bi strana nû ya Hesen Şerîf a bi navê ’Zinarên Kêste yên serbilind' tê kirin û tê gotin: “Dostên me, çiyayên bilind in. Fedayiyên Kurdistanê û hunermendên Kurd xwediyên rasteqîn ên vê xakê ne. Desthilatdar li berjewendiyên xwe difikirin bila bifikirin, welatparêz, gerîla, pêşmerge û hunermendên Kurd ên dildarên vê xakê; divê em mil bi mil, bi hestên neteweyî li dijî vê mêtingeriyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

ANF/METÎNA