• Li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî asîmlasyon, êrişên li dijî çand û hûnerê Kurdî, zarok fêrî lêxistian tembûr, gîtarê, gerandina govendê, gotina stranan û dengbêjiyê dibin.

IDRÎS KARA MEXMÛR

Li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî asîmlasyon, êrişên li dijî çand û hûnerê Kurdî, zarok fêrî lêxistian tembûr, gîtarê, gerandina govendê, gotina stranan û dengbêjiyê dibin. Ji bo van dersan û dewreyên perwerdeyê, Kevana Zêrîn pêşengiyê dike. 

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) cihê parastina çand, ziman û hûnerê Kurdî ye. Belkî jî ji bo Kurd û Kurdistanê bûye çavkanî, ji dibistanan heta bi şaredarî, saziyên çand û hûner, weqfa jinan, çapemenî û gelek saziyên din lê hene. Di van saziyan de kar û xebat hemû tên meşandin, ji bo siberojeke ronî a gelê Kurd. 

Saziya Çand û Hûner a Kevana Zêrîn, 11’ê Gulana 2021’ê li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî hate vekirin.

Roja vekirina saziyê, bi dehan şêniyên wargehê bi zarokên xwe re tevlî merasîma vekirinê bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. 

Kevana Zêrîn ji roja hatî vekirin heta niha, jinên ciwan ên li dijî asîmlasyon, êrişên li dijî çand û hûnerê Kurdan, fêrî stran, govend, lêxistina tembûr, gîtar, erbanê û gelek amûrên din yên mûzîkê dike. Ya herî girîng jî jinên ciwan fêrî dengbêjiyê dibin, dengbêjiyê diparêzin. Ji bo vê jî niha 15 jinên ciwan  di perwerde dibin.

Endama Kevana Zêrîn Şîlan Bîlen yek ji mamostayên zarokan e ku zarokan hînî lêxistina erbane û amûrên din ên mûzîkê dike. Şîlan Bîlen li ser girîngiya Kevana Zêrîn, parastina çand û hûnerê Kurdî ji rojnameya me re axivî. 

Ji bo siberojê fêr dibin

Şîlan Bîlen got, niha 15 şagirtên wan ên jin hene û da zanîn ku ew dixwazin zarokan ji bo siberoja gelê Kurd amade bikin. Bîlen got, ji ber vê rola hînkirinê û zêdebûna şagirtan jî Kevana Zêrîn dibe cihê parastina çanda gelê Kurd.

Bersiva li dijî êrişan

Bîlen anî ziman ku yek ji sedemên herî girîng yên vekirina Kevana Zêrîn, bersivdayîna êrişên li dijî çand û hûnerê Kurdî ye, nexasim jî bersiva êrişên heyî yên dewleta Tirk e. 

Şîlan Bîlen behsa şert û mercên heyî jî kir û got, “Dema me nû Kevana Zêrîn vekir, ti amûrên muzîkê nebûn, lê armanceke me hebû, me xwest bi derfetên herî kêm, em vê saziyê bidin vekirin. Niha kêm jî bin, hinek amûrên me yên muzîkê hene, lê di warê teknîkê de gelek kêmahî hene. Amûrên teknîkê ji me re lazim in. Em dixwazin di vî warî de alîkarî bi me me re bê kirin. Nexasim şagirt gelekî dixwazin vê xebatê dewam bikin, malbat jî ji kêfxweş in.”

Dayik hînî dengbêjiyê dikin

Şîlan Bîlen anî ziman ku ya herî girîng ew e ku jinên ciwan dengbêjiya Kurdî diparêzin û got, “Dayikên me yên dengbêj, zarokan hînî payîzok, heyranok û dengbêjiyê dikin. Ji bo vê jî daxwazeke zêde ya zarokan heye, di nava hefteyê de dayik van zarokan hîn dikin.”

Li wargehê Festîvala Zarokan a 3´yan bi dirûşma ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ di 25’ê Cotmehê de hatibû lidarxistin. Zarokên li Kevana Zêrîn şagirt, roja beriya wê  bi tevahiya zarokên din ên wargehê re festîval dabûn destpêkirin.

Şagirtên Kevana Zêrîn di Festîvala Zarokan a 3´yan de hunerê xwe nîşan dan. Govend gerandin, stran gotin û li amûrên muzîkê an. 

Şîlan Bîlen herî dawî xwest ew weke mamoste li ser deng perwerde bibin, ji bo vê jî xwest kesên xwedî tecrûbe wan hîn bikin: “Em dixwazin baştir hîn bibin, ji bo ku em jî şagirtên xwe baştir hîn bikin.”