Xizmên Şeralî Derelî yê ku eskeran ew li Geverê kuşt, anîn ziman ku Fermandarê eskerî yê bi navê Serdar ku hatiye gund, gefa “Hûn ê hêza Tirkan bibînin. Ez ê vî gundî bişewitînim” li wan xwariye. Xizmên Şeralî gotin, li gel ambulans hat jî 12 saetan cenaze li erdê ma û nehiştin em bibin nexweşxaneyê.
Eskeran di 29’ê Cotmehê de li Gundê Ayvanê yê girêdayî Bajaroka Bajirgê ya Gevera Colemêrgê welatî Şeralî Derelî û hespê wî bi hev re li pêş malê qetil kiribûn. Hêj delîl li holê ne, lê rayedar dixwazin ser mijare bigirin. Xizmên Derelî têkildarî rastiya bûyerê axivîn. Xizmên Derelî, anîn ziman ku dema çûne cenaze bigirin eskeran li wan daye û heqaret li wan kirine. Xizm û kurê Şeralî anîn ziman ku serekçeteyê bi navê serdar li cihê bûyerê gef li wan xwariye û gotiye ”Hûn ê hêza tirk bibînin’.
MA/COLEMÊRG