Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW’ê derbarê êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, taybet jî bajarê Sineyê de raporek belav kir.
HRW’ê di rapora xwe de ragihand ku hêzên rejîmê di Mijdar û Kanûna 2022’yan de li Sineyê dijî xwepêşanderan tundiyeke zêde û ne yasayî bikaraniye.
HRW’ê got; “Di Îlona 2022’yan de desthilata Îranê tundiyeke bi tehlûke li dijî xwepêşanderên li bajarê Sineyê pêkanî. Helwesta hovane yên rayedaran a li hemberî xwepêşanderên bajêr, zext û zordariya dewleta Îranê ya li dijî azadiya çandî û siyasî ya gelê Kurd nîşan dide.”
Li gorî raporê, HRW’ê bi 14 xizmên bûne qurbanî û şahidan re hevpeyvîn kiriye. Her wiha 17 dîmen û wêneyên ku li ser torên civakî yên di derbarê xwepêşandanên li Sineyê de lêkolîn kiriye.
Di dewama raporê de tê gotin; “Di encama zextên li bajarê Sine, bi taybet di rojên 8’ê Mijdarê û 17’ê Kanuna 2022’yan de pêkhatine herî kêm 6 xwepêşander hatine kuştin. Hêzên dewletê bi demançe û çekên kalaşînkof, guleyên rastî û gaza rondikrêj êrişî xwepêşanderan kiriye. Divê hêzên Komara Îslamî demek ji ya din zûtir bikaranîna gule û çekên din yên ne yasayî rawestîne.”
HRW’ê di rapora xwe de bal bire ser binpêkirinên li hemberî girtiyan, bi taybet jin û zarokan û got; “Di nav van binpêkirinan de girtina keyfî, bêparhiştina girtiyan ya ji çavdêriyên tenduristiyê, êşkence, danûstandina xirab, gef, lêdan, tacîz û destdirêjiya zayendî hene.”
NAVENDA NÛÇEYAN