HRE’ê 13 YPG’ê 19 dagirker kuştine

Şemî 24 Îlon 2022 - 01:31

HRE’ê 13 YPG’ê 19 dagirker kuştin

 

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên hêzên wê yên li herêmên dagirkirî de, 9 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. YPG´ê jî da zanîn ku di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de wan 8 leşkerên Tirk ên dagirker û 11 çeteyên dagirkeran kuştine. Bi vî awayî ji 15´ê Îlonê heta bi 21´ê Îlonê di bersivdayêna hêzên cihê yên Kurd ên li Rojava de 32 dagirker hatin kuştin.   

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) got, "Ji bo bersivdayina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, di navbera rojên 15 û 20’ê Îlonê de hêzên me li heremên Şera, Şêrewa û Ezazê çalakî kirin.”

Li gorî daxuyaniyê encama bersivdayîna êrişên dagirkeran wiha ye:

* 15’ê Îlonê li qada gundê Meryemînê ya navçeya Şera ya Efrînê, hêzên me li baregeheke artêşa Tirk a dagirker xist. Di encamê de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha derb li seyareyeke zirxî hate xistin.

* 19’ê Îlonê li nêzî gundê Basufanê ya navçeya Şêrewayê, li baregeheke artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

* 20’ê Îlonê li gundê Kil Cibrîn ê li bajarokê Ezazê, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakî hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

* Heman rojê li hember çeteyên dagirker çalakiyeke din li derdora gundê Gobelê ya bajarê Efrînê hate kirin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 leşkerên Tirk ên dagirker û 4 çete hatin kuştin, 7 leşker û 5 çete jî birîndar bûn."

 

YPG´ê bersiva êrişan bi tundî da

YPG’ê da zanîn ku di çalakiyên hêzên wan ên ji bo tolhildana şehîd Rojhat Karakoçan û şehîd Doxan Amanos de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagiker û 11 çete hatine kuştin û gelek çek jî hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê got, di 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de li herêmên dagirkirî 5 caran wan bersiva dagirkeran daye, 8 leşkerên Tirk ên dagirker û 11 çete hatine kuştin û 12 çete jî birîndar bûne.

YPG´ê da zanên ku hêzên wê 4 çekên AK-47, 2 jarjorên AK-47, rexteke AK-47, çekeke B-7, dûrbîneke şevê, dûrbîneke rojê jî desteser kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.