Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê, di salvegera 15’an a qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hirant Dînk de ew li pêşiya mala lê ji dayik bûye, bi bîr anî. 

Komîsyona Li Dijî Cihekarî û Nijadperestiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiyê bibîranîn organîze kir. Nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiye ya Meletiyê tevlî bibîranîna li pêşiya mala Dînk a li Taxa Çavûşoglû ya Meletiyê bûn. Di bibîranînê de pankarta li ser nivîsandî “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin”, wêneyên Dînk û rojnameya Agosê hat hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’a Meletiyê Abdulmelîk Kop li vir got, “Hrant Dînk di têkoşîna me ya li dijî nijadperestiyê de dijî, wê bijî. Ew dijminê nijadperestî, pêşhukman û nefretê bû.”

Beşdaran dirûşmeya “Hrant Dînk wê di têkoşîna me de bijî” got û qurnefîl danîn ber mala wî.

MA/MELETÎ