HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd aşkere kir

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:35

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan yên bi navê Azad û Harûn 7-8’ê Tebaxê li Zapê şehîd bûne. HPG’ê ji malbatên şehîdan re û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got ew ê timî li bîranînên şehîdan xwedî derkevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 2 Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi navê Azad û Harûn 7-8’ê Tebaxa 2024’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şehîd bûne.
Derheqê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê HPG’ê ev agahî bi raya giştî re par ve kirin: ‘’Milîtanê Apoyî yê hêja hevrêyê me Azad ku li nava xelkê me yê welatparêz ê Efrînê mezin bû, di gerîlatiya xwe de bi fedakarî û dilsoziya bi nirxên azadiyê li pêşberî gelê me xwe berpirsyar dît û bênavber têkoşiya. Li her qada têkoşînê bi kesayetiya xwe ya şoreşger xeta jiyana azad parast û wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî.
Hevrêyê me Harûn ku ji navçeya Gimgim a Mûşê ku yek ji navendên destpêkê yên civakîbûna têkoşîna me ya azadiyê ye berê xwe da çiyayên azad, tevlî nava têkoşîna hebûnê ya gelê me bû, kelecana roja destpêkê ya li nava refên gerîla di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dewam kir û tevlîbûneke bênavber pêk anî. Li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir, wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî; bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û têgihiştî têkoşiya û li nava hemû hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.
Hevrêyên me Azad û Harûn ku bêteredût tevlî nava têkoşînê bûn, bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Bîranînên wan ên hêja wê di nava têkoşîna me de timî bêne jiyîn. Em soz didin ku tola hevrêyên xwe Azad û Harûn û di şexsê wan de tola hemû şehîdên xwe hilînin û meşa xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.
Li ser vê bingehê bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Azad û Harûn û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.’’
HPG’ê diyar kir Şehîd Azad sala 2011’an tevlî nav refê şoreşê bûye, di perwerdehiya şervanên nû de xwe û rastiya sîstemê xweştir fêhm  kiriye û bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên li nav partiye û jiyana komunal bi rengekî jidil û xurtî tevlî nav jiyanê bûye, 7’ê Tebaxa 2024’an di şerê dijî dijmin de bi rengekî fedayî şer kiriye û tevî nav karwanê şehîdan bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemmeniyê her wiha diyar kir Şehîd Harûn sala 2015’an ji Bakurê Kurdistane tevlî nav refên gerîla bûye, di demeke kurt de hînî jiyana komunal a gerîla bûye û bi tevlêbûna bi coş û moral a li nav perwerdehiya şervanên nû  li nav hevrêyê nxwe bûye cihê hurmetê û got,’’Hevrêyê me Harûn ku bi samîmî, durustî û hevrêtiya xwe ya xurt dihate naskirin 8'ê Tebaxa 2024'an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li pey xwe hişt.’’
Agahiyên nasnameyê yên gerîlayên şehîd:
Nasnav: Azad Efrîn
Nav paşnav: Rizgar Elî Hisên
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne-Elî
Nasnav: Harûn Mîra
Nav paşnav: Rojhat Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulbahar-Abdulbakî
BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.