HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir. HPG’ê da zanîn ku du şervan 24’ê Hezîrana 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmanê de şehîd bûne yek jî 5’ê Tebaxa 2021’ê li qada Omeryan a Mêrdînê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de bi lehengî şer kir û şehîd bûye.

HPG’ê li ser şehîdan ew agahî dan: ‘’Bawer Erûh (Mehmet Emîn Ekîncî), navê diya wî Fatim, navê bavê wî Methî ye. Li Sêrtê ji dayik bûye.  Di ciwantiya xwe de gelek caran hate girtin, tevî ku demeke kurt girtî ma jî dest ji karên xwe yê şoreşgerî berneda. Lê belê sala 2004’an bi demdirêjî hate girtin, sala 2008’an hate berdan. Qada zindanê weke cihekî ji bo xurtkirina hişmendiya xwe, bilindkirina têkoşîna xwe bi kar anî, bi rengekî hîn xurtir ji nû ve tevlî kar bû. Lê belê ji ber ku sala 2011’an derfet nema karên li qada civakî bimeşîne tevlî nava refên gerîla bû ku timî xewn û xeyala wî bû. Li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir, bi rengekî çalak tevlî operasyonên şoreşgerî yên gerîla bû ku bi peşengiya ji fermandarên me yên nemir Şehîd Reşît Serdar mohra xwe li salên 2011 û 2012’an xist. Hevrêyê me bawer di van çalakî û operasyonan de bû xwedî tecrûbeyên mezin û zû bû fermandarek.

Hevrêyê me Ronî Dêrik (Mûhammed Şefîk Îbrahîm) li Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Ronî ku ferdekî malbata welatparêz a ji fermandarên me yên nemir ê pratîka gerîla ya tevgera Apoyî hevrê Xebat Dêrik bû.  Hîn di temenê ciwantiye de hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê nas kir. Gihîşt wê baweriyê ku çavkaniya bingehîn a zîhniyeta faşîst û çetetiya DAÎŞ‘ê rejîma dewleta Tirk a mêtinger û zîhniyeta wê ya faşîst e, lewma biryar da ku divê li dijî vê rejîmê şerekî bêeman bê meşandin. Bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi lehengî şer kir û şehîd bû

Hevrêyê me Cîlo Reşo (Suleyman Ozturk) 5’ê Tebaxa 2021’ê li qada Omeryan a Mêrdînê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Cîlo Reşo li Mêrdînê li nava çandeke wiha şoreşger ji dayik bû. Hevrêyê me Cîlo ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya sade û cewherî bal kişand û di demeke kurt de bû hevrêyekî me yê hêja ku ji aliyê hevalên xwe ve hate hezkirin. Ji bo hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker li gelê Kurdistanê bi taybetî xelkê me yê Nisêbînê dike bipirse, xwest ku gerîlatiyê li Bakurê Kurdistanê dewam bike. Li ser vê bingehê weke fermandarekî gerîla yê pêşeng li eyaleta Mêrdînê vegeriya ku zarokatî û salên destpêkê yên ciwantiya wî lê derbas bû. Bû afirînerekî têkoşîna bênavber.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne yên leheng, em sersaxiyê ji xelkê navendên welatparêziyê yên Kurdistanê Dihê, Dêrik û Nisêbînê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Li ser şopa şehîdan, em soza xwe dubare dikin ku armanc û xeyalên wan teqez pêk bînin.”