Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan de wiha tê gotin;
"Li dijî tevgera dewleta Tirk a dagirker ku li qada Cîlo destpê kir, hevrêyên me Erdal, Brûsk, Dersim, Rojhat û Brûsk Aşkol li gel şert û mercên herî giran ên zivistanê bi fedaîtî şer kirin, gelek çalakî lidar xistin ku derbên giran li dijmin hate xistin û kirin ku bi dehan dagirker bêne cezakirin. Ev hevrêyên me yên ku bi îradeyeke mezin ti zor û zehmetî ji xwe re nekirin asteng, bûn mînaka pak a fedaîtiya Apoyî. Ev milîtanên leheng ên Apoyî ku di 28'ê Adara 2017'an de piştî ku ji çalakiyê vegeriyan ji ber berfa zêde û zîpikê qefilîn û şehîd bûn. Têkoşîna ku hevrêyên me Erdal, Brûsk Dersim, Rojhat û Brûsk Aşkol ji me re hiştin, em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku bi ser bixînin û soz didin ku bi xwedîderketina li bîranîna wan têkoşînê mezin bikin."
HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û miletê Kurdistanê re xwest. HPG´ê derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan parve dike:
“Hevrêyê me Erdal li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji malbateke Acem ji dayik bû. Sala 2004'an bi destpêkirina dema ciwantiyê re ji karkerên Kurd Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK bihîst, têkoşîna azadiyê ya partiya me bala wî kişand. Wî biryar da ku tevlî felsefeya Rêberê me û têkoşîna azadiyê bibe. Bi têgihiştineke wezîfeyê tevdigeriya, li ku derê pêwîstî pê hebûya li wir bû, wezîfeyên rêxistinê bi rengekî serketî û hêjayî hevrêyên şehîd bibe bi cih dianî.
Hevrêyê me Brûsk Dersim li navçeya Çemîzgezek a Dersimê ji dayik bû. Sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Du salan li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, du caran bi giranî birîndar bû, lê tevî vê yekê jî rawestandin ji bo xwe qebûl nekir. Piştre çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî perwerdeyê weke fermandarê yekîneyê çû Cîloyê.
Hevrêyê me Rojhat li Silopiyayê, di malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Sala 2013’yan, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi cesaret û kedkariya xwe tê naskirin, li herêma Cîlo li dijî operasyona dijmin şerekî fedaî meşand, bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin xistin, dema ji çalakiyê vedigeriya, ji ber berf û pûkê şehîd bû.
Hevrêyê me Brûsk Aşkol li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû, zû xwe adapteyî jiyana gerîla kir. Li dijî êrişên dijmin bi awayekî fedaî şer kir, di gelek çalakiyan de yên ku derbên giran li dijmin hatin xistin, cih girt.”
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;
Erdal Dogan (Nasir Abbasî), li Xoy jidayîk bûye, 28’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.
Brûsk Dêrsim (Mehmet Yildirim), li Dêrsimê jidayîk bûye, 28’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.
Rojhat Ronî (Yunus Kaplan),li Şirnex jidayîk bûye, 28’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.
Brûsk Aşkol (Muhammed Mehdî Cemîl), li Merîwan jidayîk bûye, 28’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.
BEHDÎNAN