HPG'ê şehîd Ferhat bi bîr anî

Çarşem 1 Adar 2023 - 00:26

HPG'ê gerîla Ferhat Xizginos (Mehmet Yanar) bi bîr anî. Ferhat Xizginos sala 2021'ê di encama qezayekê de şehîd bûbû. HPG´ê got, "Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertiyê re milîtanekî Apoyî yê mînak bû."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji bo şehîdî got, "Hevrêyê me Ferhat Xizginos sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêyê me Ferhat ji malbat û derdoreke welatparêz bû. Em soz didin ku armanca Kurdistana azad a hevrêyê me Ferhat bi cih bînin.

Hevrêyê me Ferhat Xizginos li navçeya Darahênê ya Çewlîgê ji dayik bû. Lê belê malbata wî koçî Amedê kir û li Amedê mezin bû. Tebaxa sala 2005'an tevlî nava refên têkoşînê bû. 

Bi hestên esîl û armancên mezin ên di dilê xwe de ji bo jiyana azadiyê ya gelê me têkoşiya. Em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bibîranîna hevrêyê xwe Ferhat derkevin, armancên wî tên ku di oxira wan de têkoşiya, teqez bi cih bînin. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê xwe Ferhat û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne;

Ferhat Xizginos (Mehmet Yanar), li Çewligê ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.