Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd daxuyaniyek da û wiha got; "Di sala 2017'an de jî ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger zêde bûn, ewladên leheng ên gelê me canê xwe kirin çeper û xaka Kurdistanê ya pîroz parastin û derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên me Bêrîtan, Argeş, Bakur, Sîdar û Berxwedan jî li refên herî pêş cih girtin, bi fedaîtî şer kirin û tevlî şehîdên me yên nemir bûn. Têkoşîna bi rûmet a hevrêyên me yên şehîd wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Bêrîtan Çiya (Aycan Baytar), li Êlihê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Argeş Tolhildan (Ramadan Bedrî), li Helebê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Bakur Kûrtay (Yûsûf Ertaş), li Wanê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Sîdar Adar (Adem Ozkan), li Agiriyê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Berxwedan Gelhat (Yakûp Donmûş), li Şirnexê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide;
BÊRÎTAN ÇIYA: Li Êlihê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên germ, ji dil û kedkar, zû hînî jiyana gerîla ya pîroz bû, li her qada ku lê ma bû hêz ji hevrêyên xwe re. Ji bo bibe milîtaneke mîna a xeta PKK û PAJK'ê bêrawestan kar kir.
ARGEŞ TOLHILDAN: Li Helebê ji dayik bû, li nava malbateke me ya hêja mezin bû. Sala 2014'an biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe.
Hevrêyê me Argeş zû hînî şert û mercên giran ên gerîlayê yên li çiyayên Kurdistanê bû, hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî bi exlaq û çanda PKK'ê xurt kir û bû nîşaneyek ji sadebûn û durustbûnê ku ji nirxên bingehîn ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye.
BAKUR KÛRTAY: Li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke kedkar mezin bû. Di sala 2014'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi hezkirina hevrêtiyê û tevlîbûna xwe ya ji dil, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bû milîtanekî mînak ê PKK'ê.
SÎDAR ADAR: Li Bazîda Agirî ya ku bi çanda xwe ya berxwedanê tê naskirin ji dayik bû û di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Di sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me yê ku xwe zû hînê jiyana çiya û erdnîgariya pîroz a Kurdistanê kir, bû şopdarê felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan.
BERXWEDAN GELHAT: Li Sîlopîya navenda berxwedanê ya welatparêzên Botanê ji dayik bû û di malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanû bû. Bi kesayeta xwe ya dilpak û kedkar di jiyanê de derketiye pêş, li ser esasê pêkanîna tiştên ku hîn bûye, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemend kiriye û di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de bûye xwedî tevlîbûnek xurt a xeta Apoyî.
Di serî de malbatên hêja yên gerîlayên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.’’
BEHDÎNAN