HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

În 27 Çile 2023 - 00:07

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya derbarê gerîlayên şehîd de wiha ye;

"Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, hebûna gelê me parastin û can dan têkoşîna azadiyê. Weke ewladên leheng ên Kurdistanê, wezîfeya dîrokî bi berpirsyariyeke mezin bi serketî bi cih anîn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bila serê malbatên wan ên hêja, gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştine ji xwe re bikin esas û bi ser bixînin.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide:

“Hevrê Şiyar li Qersê jidayîk bû. Her kêliya jiyana xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.

Hevrêyê me Şevger li yek ji navendên berxwedanê Şirnexê ji dayik bû. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû û bi têkoşîna xwe bû mînak ji ciwanên Kurd re. 

Hevrêyê me Tekoşer li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû. Li gel nêzîkatiyên xwe yên ji dil û dilnizm ên di têkiliyên hevrêtiyê de, her wiha bi sekna xwe ya ku tawîz ji parastin û pêşvebirina jiyana rêxistinê nedida, bû milîtanekî pêşeng. 

Hevrêyê me Rêzan bi hevgirtiya xwe ya şoreşgerî bû mînakek mezin û li nava hevrêyên xwe hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bi milîtanî û sekna xwe ya Apoyî, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin.

Hevrêyê me Zinar li bajarê Amedê jidayîk bû. Weke milîtanekî ji dil, fedakar û wêrek mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha ne;

Şiyar Azad (Samet Yuce), li Qersê jidayîk bûye, 26’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.

Şevger Germikî (Emrah Avci), li Şirnexê jidayîk bûye, 26’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.

Tekoşer Gimgim (Delîl Yilmaz), li Mûşê jidayîk bûye, 26’ê Adara 2017’an li Cîlo şehîd bû.

Rêzan Kato (Bariş Orhan), li Wanê jidayîk bûye, 20’ê Nîsana 2017’an li Zapê şehîd bû.

Zinar Pasûr (Kazim Kaya), li Amedê jidayîk bûye, 21’ê Nîsana 2017’an li Avaşînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.