HPG: Bi şehada xwe bûne meşale

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:16

  • HPG'ê ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Dîdar û Derya yên ku şehîd bûn sersaxî da gelê Kurdistanê yê welatparêz û got, "Hevrêyên me Dîdar û Derya bi sekna biryardar a li ser xeta azadiya jinê û hêrsa mezin a li dijî dijmin di gerîlatiyê de xwe afirandin.’’

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"13'ê Kanûna 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Dîdar û Derya şehîd bûn.
Hevrêyên me Dîdar û Derya ku li ser xeta fedaîtiyê ya tevgera Apoyî bêteredût meşiyan, bi têkoşîna xwe ya bênavber milîtanî ji xeta PKK û PAJK'ê re kirin û ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bînin her kêliya jiyana xwe fedayî gelê me kirin. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bûn, ji bo li refên herî pêş cih bigirin pêşniyar kirin, bi seknek li gorî ruhê demê tevlî bûn. Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya bêeman û bênavber de bi kesayetiya xwe ya serketin ji xwe re kirin armanc û dilsoziya xwe ya mezin a bi azadiyê re bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyên me Dîdar û Derya weke gerîlayên YJA Starê yên serketî ji bo bicihanîna îdeolojiya rizgariya jinê kedeke mezin dan, bi îradeya xurt a ji Rêber Apo wergirtî her cûre êrîşên dijmin têk birin. Bi ruhê fedaî heta nefesa xwe ya dawî dilsozê armanca xwe ya jiyana azad man û bûn gerîlayên YJA Starê yên mînak. Hevrêyên me Dîdar û Derya bi sekna biryardar a li ser xeta azadiya jinê û hêrsa mezin a li dijî dijmin di gerîlatiyê de xwe afirandin, bi qasî bi têkoşîna xwe her wiha bi şehadeta xwe jî wê ji hevrêyên xwe re bibin meşale.
Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Dîdar û Derya gihandin têkoşîna me ya azadiyê, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de şehîdên xwe bi bîr bînin.

Mîrateya têkoşînê li pey xwe hişt
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand şehîd Dîdar sala 2013'an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên tevgerê bûye, piştî ku demeke kurt li qada Bakur maye, ji bo tevlî perwerdeya şervanên nû bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û 13’ê Kanûna 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûye. HPG’ê got,’’Hevrêya me Dîdar bi sade, hevrêtiya xwe ya ji dil û biryardariya xwe ya şerê li dijî dijmin mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li pey xwe hişt.’’

Li ser xeta azadiya bû xwedî cihekî girîng
Derheqê şehîd Derya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand şehîd Derya zanîbû ku yekane devera ku bersiv ji zilma dewletê re bê dayin û weke jinekê bersivê ji nakokiyên xwe re bibîne refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, lewma sala 2015'an berê xwe da çiyê û got,’’Hevrêya me Derya ku milîtaneke YJA Starê ya serketî bû, bi tevlîbûna xwe ya bêderetûd, bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û bi saya kesayetiya xwe ya dilnizm û têgihiştî di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî girîng. Di êrîşa dijmin a 13'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû. ‘’

Agahiyên nasnameyê yên şehîdan:
Nasnav: Dîdar Jînda
Nav paşnav: Zekiye Akin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Bûrcû-Naîf
Nasnav: Derya Botan
Nav paşnav: Melek Paksa
Cihê jidayikbûnê: Cizîr
Dayik-Bav: Xezal-Osman
BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.