- Doza Hozan Canê doh li Edîrneyê ji nû ve destpê kir. Di rûniştina dozê de Hozan Canê ne hazir bû û bi rêya vîdeoyê beşdarî rûniştinê bû. Heyeta Dadgehê biryar da ku girtîbûna Hozan Canê dewam bike û rûniştina bê jî bi paşve xist heta bi 3´yê Îlona bê.
Doza Hozan Canê doh li Edîrneyê ji nû ve destpê kir. Di rûniştina dozê de Hozan Canê ne hazir bû û bi rêya vîdeoyê beşdarî rûniştinê bû. Heyeta Dadgehê biryar da ku girtîbûna Hozan Canê dewam bike û rûniştina bê jî bi paşve xist heta bi 3´yê Îlona bê.
Berdevkê elaqedarî meseleyên mafê mirovan ê partiya şirîka koalîsyona federal a Elman, SPD, Frank Schwabe jî rûniştina dozê şopand. Frank Schwabe pêr beriya biçe Tirkiyeyê, got, Hozan Canê bêguneh digirin, û ji hikûmeta Tirk xwestwê serbest bike.
Xwarzêyê Hozan Canê parêzer Agît Keser ji me re got, ji ber ku berê ew bi rayedarên Karê Derve yê Elman re peyivîbûn, bi wan re ew qenaet çêbûbû ku di rûniştinê de Hozan Canê wê bê berdan. Agit Keser dibêje, hê jî hêviya wan heye ku Hozan Canê bê berdan û bi bîr xist ku doza keça Hozan Canê Dîlan Ors jî destpêka meha 10´an wê bi rê ve biçe.
EDÎRNE/FRANKFURT