• Encama Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê: “Divê kesayetên Kurdistanî bi tundî li ber dagirkeriyê rabin û bi xurtî hêzên Kurdistanî hemûyan hişyar bikin.” 

Dawiya hefteya bihurî ‘Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê’ li Holandayê bi rê ve çû. Gelek kesayetên serbixwe û nûnerên partiyan beşdarî konferansê bûn.

Konferansê encamnameya xwe eşkere kir. 

Di encamnameya Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê de hat gotin, “Dijberiya hêz û dewletên kevneperest û dagirker hem li hemberî gelên Kurdistanê, hem jî li hemberî statuyên heyî, bêrawestan didome. Bi taybetî dewleta Tirk, bi rengekî hovane êrişê dibe ser gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hemûyan.”

Weke nimûne hat gotin, “Destpêka sala 2018’an êriş birin ser Efrînê û piştî berxwedaneke 58 rojan Efrîn hate dagirkirin.

9’ê Cotmeha 2019’an îcar êriş birin ser Girê Spî û Serêkaniyê û ev her du bajarên Rojava jî hatin dagirkirin.

9’ê Cotmeha par bi peymanekê xwestin Êzîdiyên Şengalê û pêkhateyên din bêîrade bihêlin. Ji wê rojê ve bi dehan caran êrişê dibin ser Şengalê û Şengaliyan qetil dikin.

Heman êriş bi awayekî hovane li ser nişteciyên kampa Mexmûrê jî didomin.”

Encamname êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li dijî Başûr ên ji 23´ê Nîsana îsal ve jî bi bîr dixe û dibêje, “Li dijî van êrişan berxwedana hêz û gelên Kurdistanê bi awayekî canfedayî didome. Her wiha nerazîbûna tund a Kurdistaniyan jî her diçe zêde dibe.”

Konferansê bêdengiya hêzên navneteweyî jî şermezar kir: “Li hemberî van kiryarên qirêj, heta niha ji ti dewlet û saziya navneteweyî deng derneketiye. Em vê bêdengiyê şermezar dikin û ji cîhanê dixwazin ku li dijî pênasekirina terorîstî, piştgiriyê bidin Kurdan. Kurdan ev piştgirî heq kir. Li dijî DAIŞ’ê wan ne tenê xwe, her wiha cîhan jî parastine.”

Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê biryarên xwe jî wiha eşkere kirin:

- Li hemberî dagirkeriyê ji bo serketineke misoger, pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye. Divê hêzên Kurdistanî bi yekdengî li dijî dagirkeriyê bin, bê û bi ti awayî nebin şirîkê êrişan.

- Em bang li partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin da ku ji bo xurtkirina yekrêziyê, demildest lijneyeke bilind ya di asta mektebên siyasî de amade bikin û dest bi kar bikin.

- Rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanê divê bi helwêsteke tund li ber dagirkeriyê rabin û bi awayekî bi bandor, hêzên Kurdistanî hişyar bikin.

- Dewleta Tirk ji ber bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî, çekên kîmyewî, hemû cûre çekan, bi awayekî bêperwa bi kar tîne. Li hemberî van kirinan bêdengî, şirîkatiya sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hêz û saziyên navneteweyî dikin da ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

- Ji bo karîgertirkirina xebatên ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ pêwîstî bi berfirehkirina platformê heye. Konferansa me komîteya peywendiyên li gel partî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî; komîteya ragihandinê û hewldana pozîtîfkirina zimanê ragihandina Kurdistanî û komîteya lobî û dîplomasiyê ya pêywendiyên li gel partiyên siyasî û parlamenên dewletên Ewrûpayê damezrandin. Em bang li aliyan dikin, piştgiriya ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ bikin û pêşî li xebatên komîteyên platformê vekin.”

Konferansê di dawiyê de banga xwe ya esasî dubare kir: “Em wekî beşdarên konferansê, careke din bang li raya giştî ya Kurdistanê û ya cîhanê dikin, bila li gel erkên mirovatiyê tevbigerin û pêşiyê li êrîşên hovane yên dewleta Tirk bigrin.”

NAVENDA NÛÇEYAN