- Peymana hikûmeta koalîsyonê ya di navbera SPD, Partiya Keskan û FDP’ê de fermî hat mohrkirin. Çav li rê ye îro hikûmeta nû dest bi wezîfeyê bike. Di hikûmeta nû de Olaf Scholz serokwezîr e.
Peymana hikûmeta koalîsyonê ya di navbera SPD, Partiya Keskan û FDP’ê de fermî hat mohrkirin. Çav li rê ye îro hikûmeta nû dest bi wezîfeyê bike. Di hikûmeta nû de Olaf Scholz serokwezîr e. Pêr êvarê jixwe temamê endamên kabîneya wî hatibûn eşkerekirin.
Wezîra karê hundir wê bibe Nancy Faeser (SPD), wezîra karê derve Annalena Baerbock (Kesk), wezîra malbatê Anne Spiegel (Kesk), wezîrê dadê Marco Buschmann (FDP), wezîrê maliyeyê Christian Lindner (FDP), wezîrê tenduristiyê Karl Lauterbach (SPD), wezîra geşedanê Svenja Schulze (SPD), wezîra perwerde û lêkolînê Bettina Stark-Watzinger (FDP), wezîrê veguheztinê Volker Wissing (FDP), wezîra hawîrdorê Steffi Lemke (Kesk), wezîra îmarê Klara Geywitz (SPD), wezîrê kar û civakî Hubertus Heil (SPD), wezîrê xwarin û çandiniyê Cem Ozdemir (Kesk).
Zend û bend vemaliştin
Di daxuyaniya çapemeniyê de serokwezîr Olaf Scholz got, rewşa derketina ji heqî pandemiyê ji bo wan zehmetiyan biafirîne jî, ew xweşbîn in ku peymana koalîsyonê wê pirsgirêkên hikûmetê çareser bikin.
Meseleya ferza derziya parastina ji koronayê jî hikûmet ji minaqeşe û dengdane li Meclîsa Federal re dihêle.
Li gorî Scholz dinya dibe pirr qutbî, li cem DYE’yê êdî Rûsya û Çîn jî aliyên bi tesîr in û siyaseta derve ya hikûmetê wê xwe li gorî vê eşkere bibe.
Armanca sereke jî li gorî Scholz bibe xurtkirina Yekîtiya Ewrûpayê ye.
Em ji kabîneyê serokwezîr Scholz derêxin, jin û mêr nîvî bi nivî ne di kabîneyê de ne.
BERLÎN