Hikûmet dengê li kolanan nabihîze!
Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 17:15
Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê çend roj in, saetên elektrîka gund, bajar û bajarokên li sînorê îdareya serbixwe ya Soran di astek berbiçav de kêm kiriye. Rojê tenê çend saetan elektrîk heye. Vê rewşê welatiyan neçar kiriye ku dakevin kolana û daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê dikin.
Duh bi şev bi cara duyem welatiyên navçeya Wertê daketin ser rê û daxwaza çareserkirina pirsgirêka mûçe, elektrîk û avê ji hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê kir. Lê hêzên asayîşê yên ser bi PDK’ê bi şêwazek tund bi ser xwepêşandanan de girtin û gulebarankirin.
Di dema xwepêşandanê de, cîgirê rêveberê asayîşa bajarokê Soran bi çeka xwe êrişî ciwanekî kir û gulebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Hesen Rehman bi nasnav Hesen Serberz hate qetilkirin. Hesen Rehman, karmendekî Hêzên Parastina Lezgîn ya ser bi YNK’ê bû.
‘Divê berpirs bê cezakirin’
Hesen Rehman li gel hejmarek welatiyên din ji bo daxwaza zêdekirina saetên elektrîkê li sînorê navçeya Wertê beşdarî xwepêşandanê bû, lê ji aliyê berpirsek asayîşa Soran ve hate qetilkirin. Kesûkarên Hesen Rehman gotin: “Divê ew berpirsê ewlehiyê bê cezakirin. Heta ku kujer neyê cezakirin, emê rê nedin ti berpirsên PDK’ê an hikûmetê beşdarî merasîma cenaze bibin.” Agirê hêrsa welatiyên Wertê hîna nehatiye vemirandin. Her wiha li çend taxên Hewlêrê xwepêşandan û nerazîbûn berdewamin, welatiyan wek nîşana hêrsa xwe kolanên sereke girtine û lastîk şewitandine. Gorî agahiyan, hejmarek xwepêşander û rojnamevan hatine binçavkirin û berbi cihek nediyar ve hatiye birin.
Hewlêr; ‘Divê ev hikûmet biçe!’
Daxwazên welatiyên Hewlêrê jî heman girêdayî kêmbûna elektrîkê, ava vexwarinê û nebûna xizmetguzariyê ne. Ew hêrsa beramberî hikûmeta demborî dirêjin û dibêjin: “Divê ev hikûmet biçe; ji ber ku ne mûçe, ne av û ne jî elektrîk nayê dayîn.” Yek ji xwepêşanderên Hewlêrê got: “Vê hikûmetê tenê mûçe û xizmetgûzariyê ji bo berpirsên xwe dabînkiriye. Ango ev hikûmeta berpirsane, ne hikûmeta welatiyane.”
Xwepêşandanên welatiyan di demek wiha deye ku zêdetirî 75 rojane mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê jî jiyan û rewşa welatiyan ketiye rewşek gelek xirab de, bazar û tevgera bazirganî û çalakiyên aboriyê rawestaye. ROJNEWS/HEWLÊR