Di ser qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên re 4 sal derbas bûn, lê hîna berpirsiyar nehatine dîtin. Wedat Hisên 13´ê Tebaxa 2016’an nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan cenazayê wî avêtin ser rêya di navbera Dihok-Sêmêlê. Li ser cenazeyê wî gelek şopên êşkenceya hebûn.
Li rexmê ku 4 sal di ser qetilkirina Wedat Hisên re derbas bûye, hîna jî doz weke xwe maye û kes ji ber bûyerê nehatiye girtin. Li ser vê mijarê rojnamegerên Dihokê hikûmetê berpirsiyar dibînin.
Rojnameger Biryar Nêrweyî got, eşkerenekirina kujarên Wedat, tê wê wateyê ku desthilatdarên li Dihokê bi xwe li pişt qetilkirina Wedat Hisên in. Biryar di dewamê de got; “Desthilatdarên Dihokê ji qetilkirina Wedat Hisên berpirs in. Ji ber ku heya niha kujerên Wedat nehatine dîtin, cihê şermezariyê ye. Divê civak hemberî qetilkirina Wedat Hisên bêdeng nemîne.”
Rojnameger Umêd Beroşkî jî li ser heta niha negirtina berpirsiyaran got, “Ev yek bi zelalî derdikexe holê ku desthilat li pişt qetilkirina Wedat Hisên e. Saziya Ewlekarî ya Dihokê ji qetilkirina Wedat berpirs e.”
Umêd got, herêma Behdînan ji bo rojnamegeran bûye cihê herî metirsîdar: “Mînakên vê hene. Hemû rêxistinên navnetewî, azadîxwaz û rêxistinên navxweyî li hemberî qetilkirina rojnameger Wedat bêdeng bûn. Bê helwêst man.” n ROJNEWS/DIHOK
Hikûmet berpirsiyar e